Berî festîvalê Atolyeya Pirtûkan

11:35

JINHA

AMEDE - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Festîvala Şanoyê ku dê di navbera 15 û 22'yê mijdarê de bê lidarxistin atolyeya pirtûka zindî da destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, amadekariyên xwe ji bo Festîvala Şanoyê ku dê 15-22'yê mijdarê bê lidarxistin qedandin û di çarçoveya mîhrîcanê de li Tiyatro BeReZe û Salona Pêşengehan a Serektiya daîreya Çand û Hunerê de atolyeya pirtûka zindî da destpêkirin. Kursiyerên Konservatuara Aram Tîgran û Navenda Çandê ya Cegerxwîn beşdarî atolyeyê bûn.

Ji Beşa Şanoyê ya Fakulteya Ziman Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê Erkan Uyaniksoy, Elîf Tîmuçîn û Fîruze Engîn ve sala 2006'an de Tiyatro BeReZe hate damezrandin, ev projeya pirtûka zindî dimeşîne. Erkan Uyaniksoy diyar kir ku wan sala 2012'an bi Weşanên Can Zarok re ev proje daye destpêkirin û got, armanca vê xebatê ew e ku hêj temenekî biçûk mirov fêrî xwendina pirtûkê bibe û wê li pêş bîneran bi zindî nîşan bide. Erkan got, “Yanî, pirtûka zindî xwendineke teakral e. Bîner/xwêner ji aliyekî ve kitêba tê xwendin guhdarî dike, ji aliyê din ve wê dibîne, dema ku ji aliyê şanogeran ve li ser dikê tê zindîkirin.”

Erkan aşkere kir ku mebesta wan ew e vê ezmûnê li Amedê jî ji ciwanan re ragihînin, ji ber vê yekê jî wan Mîrzayê Biçûk hilbijartiye û got, piştî atolyeyê ew ê vê performansê pêşkêşî temaşekerên biçûk bikin. Erkan da zanîn ku li Amedê potansiyeleke mezin a ji bo şanoyê heye.

(rc)