25. Fuara Hunerê ya Navnetewiya Stenbolê sibê destpê dike
11:19
JINHA
STENBOL - Îsal bi ramana sereke "Şahidê Demborî" 25. Fuara Huner a Stenbolê sibê destpê dike.
Ji aliyê TUYAP'ê ve di navbera 7-15'ê Mijdarê de ARTÎST 2015/25. Fuara Hunerê ya Stenbolê ya Navnetewî li Navenda Kongre û qada Fuar a TUYAP wê were li dar xistin. Di Fuarê de dê nêzî 1000 berhem vere pêşkêşkirin û 150 hunermendên ciwan bi mêvanî beşdarî fuarê bibin.
Fuara Huner a Stenbolê barê "Şahidê Demborî"dixe ser milê xwe û di vê çarçovê de Federasyona Gerdûnî a Rûmên Stenbolî û Komeleya Hunera Civaknasî (BEKS) bi sedema 'Salvegera 6-7'ê Îlonê pêşangeh li dar bixe. Wê di pêşangehê de wêneyên avahiyên pîroz ê di 6-7 Îlonê de hatinê wêran kirin cîh bigrin. Wênekêşê Rûmê Stenbolî Dimitri Kalumenos wênê ku di 6-7'ê Îlonê de kişandiye dê di pêşangehê de pêşkêş bike.
(ha/zt)