Hemleya Saziya Çandê li navenda Yekîtiyê Star despêkir
12:02
JINHA
TIL TEMIR - Endamên Navenda Çand û Hûner ya bajarê Til Temirê bi armanca dilê dayîkên ku zarokên xwe di çaperên şer de wenda kirine şa bikin li navenda Yekîtiya Star şahiyek li darxistin.
Endamên Navenda Çand û Hûner a bajarê Til Temira Kantona Cizîrê bi armanca dilê dayîkan şa bikin şahî li darxistin. Hemleya ku li navenda Yekîtiya Star dane despêkirin dê li her navendê û bajarê bidomînin. Hemleya endamên Navenda Çand û Hûner rastî eleqeyek mezin a jinan hat û Rêveberên Yekîtiya Star Şervîn Mûnzir, Terfa Fewaz û Çinar Yûsif û Rêvebera Mala Jin Edle Yusif beşdar bûn.
Rêvebera Navenda Çand û Hûner Nurcan Elî Îbrahîm derbarê armanca hemleyê xwede wiha got: "Armanc piştevaniyê hêz û naskirina tevahî saziyên bajarê Til Temire. Bi vê hemlê re dê gelek jin hev nasbikin û parvekirin dê zêde bibe. Em ê jinên navendên leşkerî jî ziyaret bikin."
Piştî axaftinê Endamên Navenda Çand û Hûnerê bi stranên xwe jinan bi coş kirin.
(sş-ja/rc)