Wêjevanên jin: Guhertina îktîdarê têr nake, divê jiyan bugehre!

11:37

Sîbel Yukler/JINHA

ENQERE - Jinên wêjevan ên ku dixwazin çîrokan di welatek azad de binvîsin banga ji bo aştî û hêviyê dikin. Nivîskar Aslî Tohûmcû got : "Bila destpêkek bibe ku ên me birîndar kirine werin darizandin. Piştre ji bo azadî û edalet ê pîroz bikin ber bi govendê ve em herin." Vîvet Kanettî jî got: "HDP'ê tenê ne ji bo Kurdan ji bo her kesên ku dixwazin nîjarperestî, cûdabuyînê, sûcê nefretê, zayendî û sekvaniyê bişkînin hêviyeke."

Jiyanek nû bi taybetî di nav jinan de hêviyek mezin digre. Hilbijartinê 1'ê Mijdarê jî ji bo jiyanek nû gavekî mezine. Jinên wêjevan hemberî civaka nêr ên ku naxwazin bi hebûna jinê bijîn wê çîrokên xwe di welatekî 'wekê jinên evîndarê azadi yê' de binivsînin. Wêjevan ên ku hêviya jiyana nû hildigrin bi JINHA'ê re nêrînên xwe parve kirin.

Asli Tohûmcû: Bila destpêkek bibe ku…

Nivîskar Asli Tohûmcû anî ziman ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de wê dengê xwe ji aliyê aşitî ve bikar bînin û ji bo xwedî li dengan derkevin ew ê li ser sindoqa bin û wiha got: "Wekî jinek, dayîkek, niviskarek û di serî de weke mirovek dexwaza me ew e ku em di nav aştî, îstîqrar û welatek ji neyartî dûr jiyan kirine.Bila despêkek bibe ku ên me birîndar kirine werin darizandin. Piştre ji bo azadî û edalet ê pîroz bikin ber bi govendê ve em herin."

Vivet Kanetti: Ji bo hemû kesî bû hêviyek

Nivîskar Vivet Kanetti jî got: "Ez ji bo serkeftina HDP'ê a 1'ê Mijdarê bê gumanim. Gel dê cardin dengê xwe bide û nûnerên xwe bişînin meclîsê. Bi hevre em ê biserkevin û soza ku me daye rê hevalên xwe yê di mitîngên azadi yê de jiyana xwe ji dest dane bînin cîh. HDP'ê ji bo aşitî, azadî û demokrasi yê derket rê. HDP'ê tenê ne ji bo Kurdan ji bo her kesên ku dixwazin nîjarperestî, cûdabuyînê, sûcê nefretê, zayendî û sekvaniyê bişkînin hêviyeke."

Ayşegûl Tozeren: Em dixwazin jiyan bughere

Rexnegir Ayşegul Tozeren anî ziman ku piştî taxribata 13'e salan, fikra 'jiyan a nû' hem civakî, hem keseyatî, hem derûnî re mîna derman tê û wiha got: "Bihizirin ku welatek wiha heye ku tû bikaribî di navde bi aramî bijî. Ferqa tu netew, ziman û bawerî lê nebe. Ez dixwazim ji bo jinan jiyan bughere, divê ev jiyan jî bughere. Ji ber ku em jin qehremanê jiyana rojane ne. Ji ber vê jî guhertina îqtîdarê têr nake, divê jiyan jî bê guhertin."

Sîbel Oz: Şansekî me heye

Nivîskar-Edîtor Sîbel Oz anî ziman ku hilbijartina 1'ê Mijdarê vê di dîroka welat de bi aweyek antî- demokratîk tê meşandin. Sîbel got: "Kesên ronahiyê baştir dîtin rastî darbê 1980' û 90'î, ji Roboskî heya komkujiya Enqerê bi mirinê hatin. Pêvajoya ku em têdene gelek cûdaye, me komkuji ya Roboskî, Pîrsûs û Enqerê dît. Eger em ronahiyê çetir bibînin tenê bi mirinê nayen gef kirin, tên kuştin jî. Çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bikar bînin. Wek gîhayê ku li ser kevir şîn dibe, wek guliya ku terkên diwar de şîn dibin neçarin ku li berxwe bidin û xwe nûbikin. Pêşya civakê tehlîka herî mezin ne mirine bê rêxistinbûne. Ji bo jiyanek nû divê ku civak xwe bi rêxistîn bike û behevre bimeşe."

Melîke Ûzûn: Hemberî civaka nefreta nêr xeyalên xwe bînin ziman

Niviskar Melîke Ûzûn bi lêv kir ku hemberî civaka nefreta nêr xeyalên xwe bînin ziman û wiha got: "Xeyal dikim ku 2'yê Mijdarê de di welatê 'Wek jinên evîndarê azadi yê'de çîrokan binivsîm. Bi kurê xwe re, bi xwarzî û biraziya xwe re paste bixom. Bawer dikim ku xewin û xeyalên min rojek wê pêk were. An em ê çiwa bijîn."

(ha/rc)