Navnîşanên zarok û ciwanan a hûnerê…
11:43
JINHA
AMED - Li Navenda Çand û Huner a Cigerxwîn û Navenda Çand û Huner a Dîcle-Firatê kursên muzîk, sinema, weje û foklorê qeydên heyna nû dest pê kir.
Navenda Çand û Huner a Cigerxwîn a girêdayê Şaredari ya Peyasê û Navenda Çand û Huner a Dîcle-Firatê a girêdayê Şaredari ya Surê heyna nû de qeydên xwendekaran dest pê kir.
Berpirsiyarê Karê Xwendevanan a Navenda Çand û Huner a Cigerxwîn Halîme Akbêy anî ziman ku zarok gelek eleqe nîşanê qursan didin û got: "Di heyna nû de qursên mûzîk, sinema, weje ya Kurd, wêne, şano û foklor dest pê kir. Zarok zêde eleqe nîşanê beşa muzîkê didin bi coşek mezin tên qursên xwe. Ji ber dibistan vebûn bi biryara rêvebiriyê qurs dawiya heftê de wê were dayîn. Hemberî polîtîka yê înkarkirinê em ê perwerdê xwe xurtir bikin. Wek alternatif bi ziman û çanda Kurd perwerde tê dayîn. Dema Navenda Çand û Huner a Cigerxwîn nû vebû pir xwendekarên me tune bû. Lê belê piştî malbat armanca navendê hîn bûn gelek eleqe nîşan dan. Malbatên zarokê xwe tînin li qursan qeyd dikin, dibêjin bila zarokên me bi çand û zimanê xwe fêr bibin."
Navenda Çand û Huner a Dîcle-Firatê jî ji ber qedexekirina kolana 4 cara li Surê hatibû îlankirin, xebata qursa dabûn seknandin. Navenda Çand û Huner a Dîcle-Firatê li mala gel a di nav Surê de ji bo zarokan qursa û pirtukxane dê veke.
(ha/rc)