Berhemên protest muhra xwe li Stenbolê Bîenalî da
10:27
Zehra Dogan/JINHA
STENBOL - Îsal li Stenbolê 14'mîn sazkirina Bienalî de berhemên protesto bal dikşîne. Ji gelek welatê cîhanê berhemên hunermendan 30 cihê cûr bi cûr de derket pêşengê. Bîenalî di 1'ê Mijdarê de bi dawî dibe.
Ji aliyê Weqfa Çand û Huner ya Stenbolê (ÎKSV) 5'ê Îlonê de Bîenalî deryê xwe ji hunerhezera vekir. 14'mîn Stenbol Bîenalî berdewam dike. Bîenalî bi armanca ji bo ku kesên qet bi hunera hemdem re eleqe nîşan ne dane balê bikşînin hat saz kirin. Bîenalî bi mijara "AVA XWEY: Li ser Teoriya Fikra Teşe" li gelek qadên cûr bi cûr derket ber hunerxeza û ji aliyê Carolyn Christov Bakargieve hate şekîlkirin.
Ji Afrîka, Asya, Avûstralya, Ewrûpa, Rojhilata Navîn, Amarîka Latînê û ji Amerika ya Bakûr berhemên ji 80'ê zêdetir beşdarbûna hunerheza li 30 qadî derket pêşkeşkirin. Di pêşangehê de ji xeynî muzeya otel, bankê kewn, baxçe, dibistan, dîkan, avahiyên taybet gelek bal kişand. Di pêşangehê de peyamên fikrê mirovê zanistî da û nîşeyên niviskar Orhan Pamuk jî derketpêş.
Di pêşangehê de hunermend û berhemên bal dikşînin wiha ne:
Sonia Balassania: Bêdengiya keviran (Slience of Stones)
Di sala 1942'an de li Îranê hatiye dinê. Sonia bi wênesazî, peykersazî, hunera vîdeoyê nîşe avetiyê gelek karî. Piştî pêvçûnên Ermenîstan ê bala xwe ser hunera femînîst, polîtîk û aktvistiyê. Hunermenda ku li Ermenîstanê cara yekem Navenda Hunerê ya Rojane ya Deneysel a Ermenî vekiriye. Bi 12 de peykerî bi navê 'Bêdengiya keviran (Slience of Stones)' tevlî Bienalî bûye.
Nikita Kadan: Stare
Di sala 1982'an de li Kiev ê hatiye dinê. Di Bienalî de berhemên vê gelek bal dikşînin. Ji dîrok û wenê muze ya Ukrayna ya Rojhilat îlham girtiye, berhemên lastîkên wesayîtan ku kom kiriye barikat û ajalên hatine tijekiriye li muze yê pêşkêş dike.
Asli Çavûşoglû: Sor/Sor (Sorayi ya Ermenî û Tirka)
Di sala 1982'an de hatiyê dinê û li Stenbolê dijî. Di pêşangehê de bi çîroka (Sor) enstalasyon pêşkêş dike. Rengê sor ji kêzika sora Araratê tê, çiqas ev kêzik li Tirkiyê bê qîmet be jî teknîka renge sor bidestxistin hêjî veşartiye. Li Ermenîstan ê dîroka veşartî temsîl dike.
Liu Ding: Rastiya Welatpareziyê
Di sala 1976'an de li Jiangsu yê hatiye dinê û li Pekînê dijî. Di salê dawî de li ser hunera pratikî, dîroka hunere û bîrdoziyê û li ser 'Rastiya Welatpareziyê' ku li Çîn ê herikek çiwa dest pê kiriye lêkolîn kiriye. di pêşengehê de berhemên vê bi navê Rastiya Welatpareziyê tê pêşkêşk kirin.
Annie Besant, Charles Webster Leadbeater: Şeklê Ramanê
Femînîsta civaknas di sala 1989'an de tevlî Teosofistlera dibe. Teosofistler ku ola hemberî hev dinirxînin û spiritualistlerên baweriya wekhêviya mirova dikin. Bi Charles Webstere pirtûk nivisandiyê "Şeklê Ramanê" mînaka teoriya hunera rezbere. Berhemên wê gelek bal dikşîne di pêşengehê de.
Marwan Rechmaoui: Situn (Pillars)
Di sala 1964'an de li Lûbnan ê hatiye dinê û hêjî li Beyrûtê dijî. Hunermend bi peykera bi navê Sitûnan ku ji erdnigariya Beyrûtê îlham girtiye beşdarî pêşangehê bûye.
(ha/rc)