'Bi lê dana Erbanê re em çanda Delîla ji nûde didin jînkirin'

09:18

JINHA

COLEMÊRG - Jinên Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran dest bi qursa Erbanê kirine û diyar kirin ku ew bi coşek û kedek mezin xebatên xwe didomînin û gotin: "Ji bo ku çanda Erbane a jinan wenda nebe, em xebatê xwe ya çandê berdewam dikin. Bi lêdana Erbanê re em çanda Delîla ji nûde didin jînkirin."

Jinên Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a Colemêrgê dest bi qursa Erbanê kirin. Jinên ku beşdarî qursa Erbanê bûne eleqeyek mezin nîşanî didin. Xwendekara bi navê Zîlan Sevî a 16'e salî anî ziman ku ew hestên xwe bi riya lêdanê Erbanê îfade dike û wiha got: "Ez gava ku Erbanê lê didim, diçim cîhanek din, hestên min bi coş dike. Gava ku ez li Erbanê didim, ez dengê hêstên xwe wê demê bi civakê didim bihistandin. Civak dema ku dengê hestên min dibîse kêfxweşiya min dibîne."

'Bi dengê Delîla re min jiyanê hemêz kir'

Zîlan diyar kir ku Delîla li ser wê bandorek mezin çêkiriye û wiha domkir: "Gava ku min Delîla temaşe kir heskirina min ji Erbanê re zêde bû. Bi dengê Delîla re min jiyanê hemêz kir. Şehîd Delîla bi hemû hestên xwe nirxê civakê bi dengê xwe tanî ziman. Bi sayê Delîla erbana bu çanda jinan. Bi lêdana Erbanê re em çanda Delîla ji nûde didin jînkirin. Divê em vê çandê wek jin wenda nekin. Ji ber erbane bi tenê serê xwe dîrokeke ji bo jinan. Ji bo ku ev çand wenda nebe ez li virim."

'Ez gava ku li erbanê didim diçim nav baxçeyê azadiyê'

Xwendekara bi navê Leyla Bozyel a 17'e salî bi lêvkir ku ew dema ku li Erbanê dide gelek kêfxweş dibe û wiha got: "Ez gava ku erbanê lê didim diçim nav baxçeyê azadi yê. Hestên cûda dijîm. Bi hêviyek mezin ez li erbanê didim. Ji ber wê gelek kêfxweş dibim û xwe azad dibînim. Di nava xebatê çand û hunerê de ya ku herî zêde balê min dikêşe Erbane ye. Ez ji erbanê hezdikim. Jiyan bi erbanê bi min xweş tê."

(zyd/rc)