Pêşêngeha "Erdhêja" Wanê

15:16

JINHA

WAN - Ji aliyê Şaxa Odêya Avahiya Endazyarên Wanê pêşêngeha bi mijara erdhêja 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê ya 2011'an a ku li Wanê pêk hatibû hat vekirin.

Li Wanê pêşêngeha bi mijara erdhêja 23'yê Cotmehê û 9'ê Mijdarê 2011'de li Wanê pêk hatibû ji aliyê Şaxa Odêya Avahiya Endazyarên a Wanê li Kolana Hunerê hat vekirin. Welatiyan gelek eleqe nîşanî pêşengehê dan. Di pêşêngehê de wêneyên erdheja ku di dirokên cûr bi cûr de li Wanê, Çewlig, Erzîngan, Dînar û Golcikê pêk hatibû, wêneyên ku di manşeta wê roja erdhejê de hatibû dayîn jî di pêşengehê de cih girt.

Pêşangeh heya êvarê li Kolana Hunerê wê berdewam bike.

(ha/rc)