Pêşandana Konservatuara Aram Tigran a dema nû

09:59

JINHA

AMED - Konservatuara Aram Tigran ya ku di dema nû de dest bi xebatên atoliyeyan kiriye dê di 23-24'ê cotmehê de mamosta û xwendekar konsera motivasyonê ya hevbeş amadekirî pêşkêşbikin.

Konservatuara Aram Tigran a ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezina Amedê ji bo xebatên atoliyayê yên dema nû dest bi qeyîdan kirin. Ji bo beşdarbûna atoliyayên tayatro, erbane, flut, gitar, baglama û kemanê dema qeyîdan heya 30'ê cotmehê ye. Her wiha dê Konservatuar di 23-24'ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Cegerxwînê ji bo amadekariyên dema nû şahiya motîvasyonê lidarbixin. Konsera ku ji aliyê mamosta û xwendekaran ve hatî amadekirin dê ji bo gel vekirî bê pêşkêşkirin.

Endama Desteya Rêveberiya Konservatuarê Xezal Arslan di derbarê xebatên xwe de wiha axivî: "Atoliyayên ku em vekin emê di qursên weke kaval, keman, erbane, saz, flut û gitar 6 mehan bidin. Armanca me ewe ku em di qadên çand û hunerê de perwerdê dibin û sazumaniyekê di aliyê çandê de avabikin. Bi salane em qursan didin û xwendekarên me yên gelek baş, gihiştine cihên bilind hene."

Xezal girêdayî pêşketinên li Kurdistanê û rewşa dawiyê jî wiha got: "Emê bi vîna xwe li ser piyan bimînin. Bila kes nebêje di aliyê çandê de berpirsiyarî nakeve ser milê me. Emê bi muzîk, ziman û çanda xwe pêşeroja xwe avabikin. Emê desturê nedin çanda me bê bişaftin. Ji bo wê jî divê her kes serî li qursan bidin û peyîwira dikevin ser milê wan bînin cîh."

Xezal bilêv kir ku bi konsera mamosta û xwendekaran amadekirî dê gel motîveyî dema nû bikin û wiha domand: "Ji ber qedexeya derketina kolanan û şihadetên hatin jiyan kirin me her dem şahiya xwe ya dawiya salê paşde xist. Ji bo ku xwendekar û malbatên me kêm jî be hinek motîve bibin, emê konserekê lidarbixin. Li gel konserê projeyek me ya bi navê 'Hêvî' ku xwendekar û xebatkarên konservetuarê amadekirî heye. Dê çalakiya me ya dinê jî ji lorînên kurdî bên pêşkêş kirin."

(zt)