Roperi li peyî dîwaran dengê berxwedanê ye

09:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hijmara 10'emîn a Kovara Roperi a ku ji aliyê Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin ve hatî amadekirin derket. Ev hijmara kovarê hemû li ser berxwedana Cizîrê hatiye nivîsîn.

Hijmara 10'emîn a Kovara Roperi a ku ji aliyê Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin ve hatî amadekirin derket. Di vê hijmara kovara ku her sê mehan derdikevi de giranî nivîsên wê ser berxwedana Cizîrê ne. Di bin 18 sernavên cuda de Qirkirina Pirsusê, Ekin Wan, Şervan Varto, Alanê zarok, Parastina cewherî, çand û nivîsên ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye. Di kovara jinan a ku bi keda destê jinan tê amadekirin de gelek xîzên destan cîh digire. Di bergê wê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bi destan hatî xêzkirin heye û di hindirê wê de jî dibin gelek sernavan de li gorî mijarê wêne hatine xêz kirin.

Sernavên kovara hatî amadekirin wihane;

"Demên azad ên Edeneyê, 15'ê Tebaxê berdewama 14'ê Tîrmehê ye, Ez hatime te bînim malê Ekin, Şerê gel ê di dema nû de mezin bûyî, Di şopa 33 guleyan de, kî dizane? Me bi hev re parast, emê bi hev re avabikin, Li çiyayên Yezda û Şengalê xezalên çavreş, Muhacir, Zarokên şoreşê yên şanaz, Çima parastina cewherî?, Navê şoerşê yê nayê qedandin; Louise Michel, Ev saleke Şengalî penaberin, Hesudiya sed salan, Zarokên dema winda, çand û kolektîvîzim, karîkator û dawîkirin."

Di gotina dawiyê ya bi navê 'dawîkirin' de jinan wiha gotiye:

"Di tevahî dema amadekirina kovarê de guhê me her dem ser Cizîrê bû. Di hijmara 10'emîn a kovara me Roperi de li ser hemû rupel, goşeyên rupelan, di tevahî xîzên murekeban de, di tevahî ser gotaran de, di dawiya her hevokê de, di nava hemû rengan de û hemû şopên tiliyên me yên ser rupelan zarokên Cizîrê yên ku di tevahî qedexeya dewletê ya derneketina kolanan de derdiketin, lîstok dilîstin, destur nedana faşîzim têkeve taxên wan, kenê wan, giriyê wan, berxwedan û qêrîna wan heye... Me di hijamara 10'an a kovara xwe de nêrîn û ramanên xwe ji bo we şandiye. Dilê me li Cizîrê maye!"

(zt)