Rojên wêneyan bi dawî hat
12:30
JINHA
AMED - 3. Rojên Fotoyan ên Amedê yên Navneteweyî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DÎFAKê ve bi hêmaya “sînor” hate lidarxistin, bi nimayîş û gotûbêjan bi dawî hat. Bername sê rojan dewam kirin, fotogir û dilxwazên fotoyan eleqeyeke baş nîşan da. Beşdaran da zanîn ku wan ezmûnên xwe di van bernameyan de parve kirin û gelek sûd jê wergirtine.
Amedê bo cara sêyan malovaniya Rojên Fotoyan kir. Ev bername ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DÎFAKê ve bi hêmaya “sînor” hate lidarxistin, ji der û hundirê welêt hunermendên fotoyan beşdarî tê de kirin, pêşangeh, panel û gotûbêj hatin lidarxistin.
Di roja dawîn a Rojên Fotoyan de li Hêwana Şanoyê a Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê pêşangeh û gotobêjên Binar Serdar, Aram Kerîm, Savaş Boyraz, Anush Babajanian, Stanley Grey pêk hatin. Binar Serdar ku ji Herêma Kurdistanê hat, di pêşangehê de behsa serhatiya fotoyên xwe kir. Binar di pêşangeha bi navê “di bin yek konê de du bawerî” behsa serpêhatiya malbateke xirîstiyan ku ji Kerkûkê hatiye û malbateke sunî ku ji Feluceyê hatiye dike.
Hunermend Anush Babajanian ku jiyana cuda cuda ya jinan wênadiye jî bi xebata xwe ya “li hundir” behsa serpêhatiyan jinan dike. Anush da zanîn, dema berhevkirina projeyê û piştî wê gelek bin bandora terzên xwederbirîna jinan maye û got, “Dema xebatê ez pê hesiyam ku gava mirov jiyana jin tê de dide ber pirsan dibîne ku li derdora wan gelek dîwarên stûr hene.” Anush Babajanian aşkere kibri riya fotoyan wan gelek bernameyên perwerdeyê bo xurtkirina jinan li dar xistine.
‘Bi fotoyan kawdanan vediguhêzin’
Wênegirê Amerîkî Stanley Greene ku 25 salan karesat, bobelatên mirovahiyê kirine belge di axaftina xwe de behsa serpêhatiyên xwe kir û bi kurte serboriyên xwe beşdarên panelê dan gel xwe û li nav kawdanan gerandin.
(rc)