Rojên Wêneyan dest pê dikin
17:19
JINHA
AMED - 3. Rojên Wêneyan ên Navneteweyî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DÎFAKê ve tê lidarxistin, di 16'ê cotmehê de dest pê dike û sê rojan dê bidome, dê pêşangeh bêne vekirin û gotûbêj werin lidarxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Klûba Fotogirên Amator a Amedê (DÎFAK) 3. Rojên Wêneyan ên Navneteweyî li dar dixin. Rojên wêneyên di navbera 16 û 18'ê cotmehê de destpêdike û dê têde gotûbêj, panel û pêşengeh were pêkanîn. Rojên Wêneyên di 16'ê cotmehê de roja înê saet 18.00'an de li Salona Pêşangehan a Şaredariya Bajarê Mezin bi pêşangeha Norair Chahininan dest pê dike.
17'ê Cotmehê roja şemiyê saet 10.30'an û 12.30'an de li Pirtûkxaneya Gel a Bajêr a Ofîsê panela bi navê “Sînor” tê lidarxistin. Heman rojê saet 14.00'an de li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumerparkê jî pêşangehên bi navê “Vegera Çiyê”, “Li Hundir”, “Sînorên Kurdistanê”, “Strana Dawîn a Sîsirkan”, “Du Bawerî Bin Çatrêyekê”, “Ji Jiyanên Sînor Du Çîrok”, “Penaberên Bajarî”, “Avjenîkirina Di Derya Agir De” û “Sînor-Rewşûhal” tên pêşandan.
18'ê Cotmehê roja yekşemê jî li Sînemaya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin saet di navbera 13.00 û 18.00'an de gotûbêj û nimayîş tên lidarxistin.
(rc)