Hunermendên NÇM'ê li dijî şer dê jiyana nû silav bikin
11:01
Oyku Dîlara Keskîn - Eda Narîn /JINHA
STENBOL - Konsera "Bi HDP'ê re jiyana nû silav" a ku wê ji aliyê hunermendên NÇM'ê ve were organîze kirin, hecel ê ku berhev bikin bi armanca piştgiriyê dê bidin HDP'ê. Hunermendên NÇM'ê ên ku amedekariya konserê bi dawî kirine, wiha gotin: "Em difikirin wek hunermend em ê çawan bi gelê Tirkiyê re jiyana nû avabikin û zindî bikin. Li ser dîkê em ê ji bo aştî dengê xwe bilind bikin. Li dijî şer bi stranên xwe em ê jiyana nû re bêjin merhaba."
Konsera "Bi HDP'ê re jiyana nû silav" a ku wê ji aliyê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya yê (NÇM)'ê were organîze kirin, hecel ê ku berhev bikin bi armanca piştgiriyê dê bidin HDP'ê. Konsera ku bîlêta NÇM, MED Navenda Çanda Arzela ji aliyê hemû şaxên navçeyên HDP'ê ve hatine temîn kirin , wê di 11'ê Cotmehê roja Yekşemê di saet 17.00'an de li Meydana Bazarê Gel a Bakirkoyê pêk were. Li gel hunermendên NÇM'ê, Sema Morîtz, Golgedekîler, Servet Kocakaya, Bajar, Vormank, Ozlem Gerçek, Merîh Aşkin û Hevserokên Giştî a HDP'ê Fîgen Yûksekdag û Selahattîn Demîrtaş konser dê were li darxistin. Konser wê ji aliyê Sakîne Jîr û Yilmaz Baglar ve were pêşkêş kirin.
'Li ser dîkê em ê ji bo aştî dengê xwe bilind bikin'
Hunermenda NÇM'ê Rojda da zanîn ku ew pêvajoyek dem dirêj bi HDP'ê re xebatên cur be cur didin meşandin û wiha got: "Em jiyana nû diparêzin, bi stranên xwe em dixwazin nefes bidin jiyana nû. Loma ew ê hem bibe konser hem jî bibe mitînga hilbijartinê. HDP'ê wê îdîayên xwe bi gelê Tirkiyê re parve bike, em ê jî li wir piştgirî bidin." Rojda got: "Em difikirin wek hunermend em ê çawan bi gelê Tirkiyê re jiyana nû avabikin û zindî bikin. Li ser dîkê em ê ji bo aştî dengê xwe bilind bikin" û anî ziman ku ew ê bi stranên xwe li dijî şer ji jiyana nû re bêjin merhaba. Rojda diyar kir ku armanca wan di 1'ê Cotmehê de hêviyên xwe di konserê de parvekirine û wiha domkir: "Eger em îro bêdeng bibin wê sibê bi dest me nekeve, divê gel rabe ser piya û hev hemêz bike. Eger em vê pêvajoyê neborînin dê rewiş gelek xirabtir bibe. Divê em riyê yekîtiyê bilind bikin. Eger em ne hişyar bin, em ê pêşeroja xwe wenda bikin. Ji ber vê em xwedî li durişmeya jiyana nû derdikevin."
'Bi hêza hunerê em ê piştgirî bidin HDP'ê'
Hunermend Nurcan Degirmencî jî wiha got: "Piştî 7'ê Hezîranê her roj em bi qetilîaman hişyar bûn. Dema ku me di nava xwede nîqaşa em çawa dikarin piştgiriya xwe bi rêxistin bikin dikin, di encamê de derket holê ku divê em hêza hunerê bikin bixin jiyanê. Wiha em piştgiriyê xwe didin HDP'ê." Nurcan pêvajoya hilbijartinê destnîşan kir û wiha domkir: "Di pêvajoya hilbijartinê de pêdivî bi aborî jî heye, ji ber vê bi konserên ku em ê amede bikin dê piştgiriya me pêk were. Di 11'ê Cotmehê de li Meydana Bakirkoyê gelek hunermend tên ba hev û dê şahiyek baş were li darxistin."
'Ji dengê mera bibin deng, jin nefesê mera bibin nefes'
Zelal Gokçe jî balkişand ser pêvajoya şer û wiha got: "Kiryarên ku tên kirin salên 90'î derbas kirine, em dayîka ku zarokê xwe di sarincê de bi rojan digre dibînin. Bedenê ciwanên biçûk li pay panzêran tên kaşkirin. Li hember van kiryaran xwînê mirov radiweste. Di vê pêvajoyê de erk dikeve ser milê hunermend û rewşenbîran. Hozan û hunermend her dem bersivê ne heqiyê dane. Dengê ku kêm dertê divê were bilind kirin." Zelal destnîşan kir ku li hember buyerên ku tên jiyan kirin mirov divê wîjdanên xwe lêpirsîn bike û wiha pêde çû: "Di vê pêvajoyê de eger em dengê xwe bilind nekin, em kengî bilind bikin, divê her kes ji vê rewşa ku tê jiyan kirin re bêje êdî bese." Hivda Gokel jî wiha got: "Ez hemû kesên ku alîgirê wîjdan, mirovahî, demokrasî, aştî û jiyana nû ne dewetê ji dengê mera bibin deng ji nefesê mera bibin nefes dikim" û banga tevlîbûna konsera 11'ê Cotmehê roja Yekşemê kir.
(rc)