Radyo Cîhan dê dengê jinan bi cîhanê bide bihîstin
13:04
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Li Çelê 21 sale Radyo Cîhan bi çanda alternatîf derketiye holê û weşana xwe dike. Radyo Cîhan wê di weşana xwe ya nû de bibe dengê jinan. Radyo ya ku bi sê ziman û du zaraveyan weşana xwe dike, dê êdî bi zimanê jin her tiştî vebêje û weşana xwe bike.
21 sale li herêma Çukurovayê Radyo Cîhan li dijî hemû astengiyan weşana xwe a buyîna alternatîf bi zimanê Erebî, Tirkî û du zaravayên Kurdî dike. Radyo ya ku dibe 'dengê ên din' di weşana xwe ya nû de bi giranî bernameyên jin derdixe pêş. Di weşana nû de radyo dê bi giranî bernameyên Tendûristiya jin, di nava çand û hûnerê de jin, jin û polîtîka, di cîhana mûzîkê de jin û her wiha jin û kedê de pêşkêş bikin.
Çanda ku 21 sale berdewam dike
Derbarê weşana nû de Koordînatora weşana Radyo Cîhan Medîne Gûmûş agahî da û diyar kir ku li dijî hemû astengî û sansûran ew karîne 21 sal bibin dengê alternatîf. Medîne destnîşan kir ku Radyo Cîhan perçeyek ji çanda çapemeniya Azade û dê bêy ku tawîz bide di riya xwe de berdewam bike û wiha got: "Em hemû berdêl bi aweyek rast radgîhinin gel û bi hêza xwe em têkoşîn dikin."
'Em ê hewlbidin ku vîna jinan derxin pêş'
Medîne da zanîn ku ew ê bi giranî girîngiyê bidin bernameyê jin û ew armanc dikin ku bibin dengê hemû jinên cîhanê û wiha got: "Em ê hewl bidin ku êrîş li dijî jin û têkoşîna wan ji cîhanê re raghînin. Bi têkoşîna xwe em ê raghandina rast ya jinan bikin." Medîne diyar kir ku ew ê girîngiyê bidin çand û hûner, wêje û her wiha beşên ekolojiyê.
'Em ê bibin dengê berxwedêrên girtîgehan'
Medîne bi lêvkir ku Radyo Cîhan dengê girtîgeha radighîne û got ew ê bername ji bo girtiyên girtîgehê amede dikin û wiha domkir: "Ji bo ku têkoşîna jiyan û berxwedêriya ku ji aliyê girtiyên siyasî ve tê dayîn bighînin gel û malbatê em ê bername amede bikin."
Medîne di dawiyê de bang li herkesî ku li Çukurovayê dijî li dora Radyo Cîhan a ku li ser qenala 107.0 FM'ê weşana xwe kir.
(rc)