Nivîskarên jin: Di xweseriya demokratîk de jin û wêje
10:42
JINHA
AMED - Nivîskarên Jin rola wêjeyê di xweseriya demokratîk de nirxandin. Nivîskar Nûroj Munzur di derbarê bi destê jinê di xweseriyê de wêje nirxandin kir û got: "Wêjeya kurdî xwedî dîrokek gelek kure, weke helbestvanek jin ez pir keyfxweşim wêjeya kurdî dinivîsînim."
Jinên Wêjevan, Rewşenber û Helbestvanên Endamê Komaleya Nivîskarên Kurd di çarçevoya xweseriya demokratîk de giringiya ziman û wêjeyê nirxandin. Endamê Komeleya Niviskarên Kurd Helbestvan Nûroj Munzur Enîse Çagar dan zanîn ku civakek bê ziman û wêje ne gengaze, ji bo wê jî divê zimanzan û nivîskar li gorî giringiya karê xwe tevlî pêvajoyê bibin.
Endama Komeleya Niviskarên Kurd Helbestvan Nûroj Munzur anî ziman ku bi salane gelê kurd di nava ecikandinekê de dijîn û wiha axivî: "Mafê Kurdan heye ku pergalek weke xweseriya demokratîk di jiyana xwe de bide runiştandin. Divê nivîskar û helbestvan vê pergalê bide rûniştandin. Wêjeya kurdî xwedî dîrokek gelek kure, weke helbestvanek jin ez pir keyfxweşim ku bi zimanê xwe wêjeya kurdî nivisê dinivîsînim. Di dîrokê de jin gelek caran hatiye ecikandin. Hêvîdarim ku wê jinên niviskar di demek nêzde bi pênûsa mor derkevin pêş."
Endama Komeleya Niviskarê Kurd Enîse Çagar jî bal kişand ser rewşa niha zimanê kurdî têdeye û wiha got: "Zimanê kurdî ji bo me gelek girînge. Bi salane Kurd û zimanê kurdî tê red kirin. Bi salane bişaftin û qedexekerina ser zimanê kurdî berdewam dike. Gelê Kurd ji bo zimanê kurdî tune nebe divê giringiyê bidin ser wêjeya kurdî."
Enîse bi lêv kir ku ev di dema dawiyê de wêjeya kurdî hatiye astekê û divê êdî li wêje û nivîskariya kurdî xwedîderketin hebe. Enîsê anî ziman ku pirtûkên bi kurdî werin weşandin ji bo dîrokek mayende dê bihêlin û wiha domand: "Her çiqas zimanê kurdî di bin pêkûtiyan û xwe bişavtinê de be jî ku em dibînin niviskarî û wêjeya kurdî gihiştiye astekê. Ez hêvîdarim ku ji vê kêliyê pêve jî vê xurtir bibe."
(ha/zt)