Hûnermend êdî ne trajedî dixwazin komêdî hilberînin
13:06
Medya Cebe- Nişmiye Guler/JINHA
WAN - Endamên Navenda Çanda Mezopotamya yê a Wanê bertek nîşanî biryarê şer ya AKP'ê da û wiha bang kir: "Divê bîrdoziya azadiya jin bê esas girtin û derkevin qadan û wek jin pêşî li vî şerî bigrin."
Li dijî konsepta şer a hikûmeta AKP'ê bertek her ku diçe zêde dibe. Hûnermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamya yê a Wanê jî di çerçoveya konsepta şer de bertek nîşanî qetilkirina sivîlan da. Endama NÇM'ê Xezal Med diyar kir ku sedema şerê ku tê jiyan kirin têkçûna hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ye û got li Sur, Ferqîn, Gever û Cizîrê êrîşkirina sivîlan vê yekê dide nîşandan. Xezal destnîşan kir ku li hember qetilîamên sivîl û kiryarên dijî mirovahî çapemenî rolê sê maymûnan leystiye û medyayê navendî ên ku alî girtine şermezar kir.
'Aştî bi beramberî pêk tê'
Xezal da zanîn ku çapemeniya ku rastiyê radighandine rastî tundî û sansorê hatine û wiha got: "Nûçegehanên ku rastiyê dinvîsandin bi şêwayên cûda hatin darizandin û ceza kirin. Çapemeniyên din jî xizmeta vê konseptê kirin. Piştî ewqas qetilam em çawan dikarin behsa mûzakere û aştiyê bikin. Ji bo ku aştî pêk were divê daxwazê herdû alî bên berçav girtin. Lê li hember me mirovê ku şer dixwaze heye." Xezal destnîşan kir ku Cizîr li gorî herêmên din bêhtir rastî êrîşê hatiye û got sedemek taybet ya êrîşa li hember Cizîrê pêk hatî û wiha domkir: "Cizîr bi serîhildana xwe ya di sala 1840'an de a li hemberî dewleta Osmaniyan tê naskirin. Werê Melayê Cizîr û Mem û Zînê ye. Di dîrokê de jî Cizîr li hember ne heqiyê serê xwe ne tewandiye. Sedema van êrîşên hovene û qetilkirina sivîlan jî yek jê eve."
'Eger gel nînbe wateyê çandê jî tune ye'
Xezal li ser navê xebatkarê Çand û hûnerê bang kir ku dawî li qetilîaman bê û diyar kir ku bi enstrûman, şano, klam û hemû ciwanên xwe dê li hemberî şer têbikoşin. Xezal da zanîn ku çand ji bo gele û wiha pêde çû: "Eger em nekaribin çanda xwe nîşanî gelê xwe bidin, aktîvîteyên me ên çandî jî wê demê wateya xwe winda dike. Li şûna eserên trajedî em hewldidin eserên komêdî hilberînin. Gelê Kurd ji êş, xwîn û axê têr bû. Em dixwazin çanda xwe pêşkêşî gelek zindî bikin. Di serî de em wek jinên hûnermend bang li berpirsyarê vî zilm û şerî dikin. Ji bo xeyalên seroktî û hêrsa desthilatdariyê bila dev ji kuştina zarokên biçûk, dayîkên du canî, sivîlên bê guneh berdin. Ev 30 salin armanc dikin Kurdan ji holê rakin; lê divê bizanibin ev gel bi zilm, kuştin û îşkencê xilas nabin. Gelê Kurd ji gelek qirkirin û bişavtinan re derbas bûn. Lê tu car hilneweşî û hebûna xwe her dem parast. Ji ber vê divê mafê gelê Kurd bê dayîn û dev ji plansaziyên tune kirinê berdin."
'Wek jin em ji şer re bêjin bes e'
Endama rêvebera NÇM'ê û mamosteya beşa erbanê Aylîn Karakaş jî diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de jî rastî gelek qetilîman hatî û di şerên ku hatine jiyan kirin de herî zêde jin pê bandor bûye. Aylîn destnîşan kir ku rûyê herî qirêj ê şer nîşanî jinan tê kirin û wiha domkir: "Me bedena Ekîn Wan ya ku hatî teşhîr kirin, dayîka ku li Cizîrê cenazeya keça xwe kiriye sarincê û tehmûl nekir ew xist hemêzê xwe ji bîr nakir. Dem hatiye ku em li hember siyaset û leystûkên ku li ser jinan tê leystandin re bêjin bese. Divê hemû jinên ku li Tirkiyê dijîn ji vê yekê re bêjin bese. Pêwîste jin bîrdoziya azadiya jin esas bigrin û derên qadan û pêşî li vî şerî bigrin."
'Gelê Kurd bi hestên mirovahî û mêvanperweriya xwe tê nasîn'
Aylîn destnîşan kir ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de gelê Kurd di siyaseta Tirkiyê de astek cidî bi destxist û got bi vê astê gelê Kurd hebûna xwe nîşanî tevahî gelê Tirkiyê da. Aylîn da zanîn ku kesên vê serkeftinê ne pejrandine vê carê hewldidin gel bînin beramberî hev û wiha domkir: "Di encama vê hewldanê de li gelek bajarên Tirkiyê li hemberî Kurdan hewldanên lînç kirinê pêk hat. Lê gelê Kurd li herêmên xwe dest neda Tirkan û qîmet da nêrînê wan. Gelê Kurd bi hestên mirovahî û mêvanperweriya xwe tê nasîn."
'Înad li dijî pergalê divê gel mil bi mil dakevin qadan'
Aylîn da zanîn ku birînên ku ji ber êrîş û qetilîamên ku pêk hatine girtina wê zehmete û got li beramberî her tiştî ew ê dev ji daxwazên xwe ên aştiyê bernedin. Aylîn wiha got: "Yekîtiya gelan û bangaweziya wan ê aştiyê dikare cardin pêşî li vî şerê îqtîdarê bigre. Înad li dijî pergalê divê gel mil bi mil bên ba hev û dakevin qadan. Divê gel li hember şer bi yek dilî bin."
(rc)