Belgesela Kobanê dê berxwedana Kobanê ji nifşan bigihîne nifşan
09:28
Bêrîtan Elyakut /JINHA
AMED - Hişmendê çapemeniyê yê KCD’ê daxuya kirin ku berxwedana dîroka Kobanê bi xebatek hevpar hatiye berhevkirin. Hişmend Kerem Çelîk got: "Amanca me ji bo ku ev berxwedan neyêt jibîrkirin û ji nifşekê gihandina nifşek dine."
Berxwedana Kobanê ya ku xwedî destanek berxwedanî ya dirêj û mezin bala tevayî cîhanê kişand li ser xwe. Di 15 Îlona sala 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê zivirîn û êrişî kantona Kobanê kirin û piştî gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên ‘Kobanê Ket, wê bikeve’ YPJ û YPG’ê di 27 Tîrmeha 2015'an de serkeftina Kobanê ragihandin. Di dema şerê giran de û hem jî di dema pêvajoya avakirinê de rojnamevanên ku çûyîn Kobanê û tîma belgefilmê arşivên xwe kirin yek belgefilmek hevbeş kişandin. Belgesela Kobanê ya hevbeş ji encama xebatek hevbeş ya 3-4 kesî pêkhatiye. Hişmendê çapemeniyê yê KCD'ê Kerem Çelîk di her pêngavek ya vê belgefilmê de cih girtiye.
'Ji bo ku şoreş di tarîtiyê de nemîne me ev xebat da despêkirin'
Piştî ragihandina kantonan û êrişkirina li ser Rojava piranî di aliyê Herêma Kurdistanê de çûyîn û hatina Rojava kiriye. Xebatên ji bo ku ‘şoreş di tarîtiyê de nemîne’ dane meşandin. Kerem da diyar kirin di dema çûn û hatina Rojava de ji bo hêj pitir dengê Rojava û dengê Kobanê bidin bihîsandın xebatên girîng dane kirin. Kerem destnîşan kir ku li ser hizra belgefilmê jî her cara çûn û hatinê ew dîmenên ku hatin girtin anîn li gel hev û wiha Kerem ragihand ew buyerên ku wan jêre şahidî kirî weke arşiv wan komî li ser hev kir û piştre wan biryara kirina belgefilm da û wiha domand: "Di gava yekem de hizra me ya belgefilmê tune bû. Lê piştî me gelek tişt biçavên xwe dîtin, têkoşîna gel û me xebatek bi navê ‘bila şoreş di tarîtiyê de nemîne da destpêkirin. Me di nava xwe de arşivek hevbeş çêkir. Ji berê Kobanê û piştî Kobanê jî, me Kurd dan pêş."
'Beriya Kobanê û piştî Kobanê me rewşa kurdan dapêş'
Kerem ragihand ku belgefilm bi sê zimanan hatiye wergerandın û got: "Ew DAIŞ'a ku cîhanê bi çavak tirs temaşe dikir di Kobanê de hat tune kirin. Berxwedana jinê ya Kobanê pitir balê kişand li ser xwe. Amanca me ya çêkirina belgefilma Kobanê ew bû ku rastî di tarîtiyê de nemînin bû. Ji bilî nivîsandinan ji berê şerê Kobanê û piştî şerê Kobanê jî dîmen hatin kişandin û van dîmenan girîngî dane vê begefimê. Me di belgefilmê de ji berê Kobanê çawan bû, piştî şer çawan bû û di dema şoreşê de çawan bû, me daye plana pêş. Amanca me ne ewe ku ev belgefilm bikeve di festifalan de û tiştekê bide qezenç kirin, berevajî ji bo ku ev berxwedan neyêt jibîrkirin hinek din zêdetir bikeve di nava nemiriyê de û ji nifşekê derbazî nifşek din bibe bû. Ya girîng ew bû naskirina şoreş bû bi cîhanê. Yekem car bû li cihekê sîstema dewletê nebe belgefilm hatiye kişandin û me kelecana wê jiyan kiriye. Her wiha me şansê kişandina belgefilma serkeftina Kobanê di cihek bê dewlet de dît. Di civakên bê dewlet de belgefilm çêkirin li gorî şert û mercên Tirkiyê gelek asantir û kelecanek zêdetir dide mirov. Li Kobanê firsete ji bo pêşxistina têgiha sinemaya bê dewlet heye. Ez pêşniyar dikim, bila hemû rojnamevan, sinemavan û kesên karê belgefilmiyê dikin bila biçin Kobanê."
(ho)