Li Rojava coşa perwerdehiya zimanê dayîkê
09:04
Bûhar Kobanê/ JINHA
QAMŞLO - Li kantonên Cizîr sala nû ya perwerdeyê destpê kir. Perwerdehiya ku di meha Cotmehê de despêdike rastî eleqeyek mezin a xwendevanan tê. Rêveberiya Akedemiya Ziman û Perwerde ya bajarê Qemişlo Peyman Bêrî behsa xebatên pêrwerdehiya ziman kir û wiha got: "Bingeha şoreşa me şoreşekî zîhniye, şoreşa nasname, ziman û çande."
Li Rojavayê Kurdistanê xebatê înşakirina civaka demokratîk didome. Şoreşa Rojava a ku ji tevahiya cîhanê re bûye modela jiyana demokratîk, di warê ziman de jî êdî xebatên xwe bi aweyek serkeftî didomînin. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji kantonên Rojava hatin paqij kirin, amedekariyê dibistanan hat kirin û di meha Cotmehê de dest bi perwerde xwe bikin. Derbarê mijarê de Rêveberiya Akedemiya Ziman û Perwerde ya bajarê Qamişlo Peyman Bêrî nirxandin kir. Peyman diyar kir ku ew di nava şert û mercên zehmet de jî xebatên xwe domandine û amedekariya vekirina dibistanan kirine û wiha got: "Armanca pergalê ew e ku çand û zimanê civakê bihelîne û tune bike. Lê li beramberî hemû hewldanên dayîna pişavtinê gelê Kurd, li Rojava dest bi perwerdehiya fermî a zimanê Kurdî dike."
'Gel bi têkoşîn û berdêlên giran fermiyeta ziman bi dest xist'
Peyman da zanîn ku xebatên ziman Kurdî berî şoreşê bingehê wê hat avêtin û wiha got: "Bi despêkirina şoreşa Rojava re 4 salin me saziyên ziman avakiriye û xebat bi aweyek serkeftî heya roja îro domkiriye. Berî şoreşa Rojava bi aweyek ne fermî xebatê perwerdehiyê di malan de dihat dayîn. Ji ber zexta rejîma Baasê gelek malbatên me rastî îşkence û binçavkirinan hatin. Lê gelê me dev ji têkoşîna xwe berneda û heya roja îro bi berdêlên giran fermiyeta ziman bi dest xist."
'Şoreşa gelan pêşî li pişavtinê girtine'
Peyman destnîşan kir ku şoreşa gelan tê wateya pêşî li pişavtina pergalê a li ser gelan girtine û wiha domkir: "Pergal bi hemû hêzê xwe êrîşê nasname, çand û zimanê gelan dike. Gelê ku şoreşê pêk neyîne tê wateya ku têk çûye. Şoreş li dijî pergala heyî îradeya xwe îlan kirine. Ji ber ku li Suriyê gelê Kurd xebatên xwe bê navber didomand, di dema şoreşê de jî xwedî li hev derketin û ji bo avakirina pergala demokratîk xebat bi aweyek çalak dan meşandin."
'Bingeha şoreşa me şoreşekî zîhniye, şoreşa nasname, ziman û çande'
Peyman qala girîngiya ziman û şoreşa ziman kir û wiha got: " Bingeha şoreşa me şoreşekî zîhniye, şoreşa nasname, ziman û çande. Di gerdûnê de mirov bi rengê xwe heye. Hemû zindiyên di xwazeyê bi zimanê xwe nasnameya xwe diyar dike. Şoreş bi ziman pêk tê, ger bingeha ziman ne hatibe avakirin ew nayê wateya ku şoreşe. Ji ber vê girîngî dayîna zimanê Kurdî erkên me ên herî bingehîne."Peyman behsa tevgerên siyasî ên li Rojava kir û wiha pêde çû: "Partiyê ENKS'ê û partiyên din ên di bin navê nasnameya siyasetê tevdigerin, çand û nasnameya Kurdî ne xema wane û gelek astengî derxistin. Ji ber têkoşînek hevpar pêk nehatibû li Rojava, zimanê Kurdî nebû zimanê aborî, siyasî, polîtîka û zagonê."
'Ji sedî 95 xebatê perwerdehî jin pêşengiya wê kir'
Peyman diyar kir ku înşakirina pergala demokratîk bi pêşengiya jinan pêk hatiye û wiha pêde çû: "Pêşengtiya xebatên perwerdehî li Rojava bi temamî jin dike. Ji bo ku em pergala xwe ê demokratîk avabikin û zarokên xwe ji pişavtinê biparêzin em dibistana xwe vedikin û bi zimanê Kurdî perwerde didin. Li Rojava jin çawan ku pêşengiya rêxistin, parastin û çandê kir, di qada ziman de jî rolek çalak leyîst. Ji sedî 95 xebatê perwerdehiya ziman bi pêşengiya memosteyên jin pêk tê."
Peyman di dawiyê de agahî derbarê xebatên xwe de da û wiha got: "Li tevahî bajarên me Sazî û peymangeh hatin avakirin. Li bajarê Qamişlo du peymangeh hat avakirin. Em niha amedekariya zanîngehan dikin. Pêdiviyê me bi kesên dilxwazê netewa demokratîkin ku piştgirî bidin xebatê me. Waneyên ku di dibistanê de bê dayîn, dîrok, civaknasî, bîrkarî û hwd ne. Di dibistanê de ji bo zarokên asta yekem heya refa 3'ê wê bi zimanê Kurdî perwerde bibîne. Ereb dê waneyê erebî bibîne û di heman demê de jî wê hînê zimanê Kurdî jî bibe. Hemû pêkhatiyên li Rojava dê bi zimanê Kurdî perwerde bibînin lê wê wane li ser zimanê wan cûde cûde bê dayîn. Li Rojava çawan em xwe li ber zimanê Kurdî berpirsyar dibînin em ê ji bo gelê din xwedî li hemû zimanan derbikevin."
(rc)