Hunermendên NÇM'ê ji bo birîna derman bikin diçin Cizîr û Surê

14:57

Oykû Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL - Hunermendên jin ên NÇM'ê dê bu hunera xwe piştgirî bidin Cizîr û Surê ku berxwedana gel berdewam dike.

Hunermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamya yê, dê biçin navçeya Cizîr a Şirnexê û navçeya Sûr a Amedê û piştgiriyê bidin berxwedana gel ku bê navber berdewam dike. Hunermend û derhênera NÇM'ê Leyla Toprak diyar kirin ku, ew ê di Cejna Qurbanê de li gel gelê Cizîr û Surê bin û balkişand ser 9 roj dorpêça li ser Cizîr û qetilîama ku pêk hatî. Leyla wiha got: "Li Cizîrê îhlalkirina maf hatî kirin. Mirov li wir bi rojan birçî, têhin û bê raghandin hat hêştin. Li Cizîrê mirov bi miriyên xwe re xatir xwastinên dirêj jiya."

Leyla destnîşan kir ku divê her kes êşê gelê Cizîrê parve bike û wiha got: "Ji bo birînê mirovan sivik bikin em ê li wir bin. Divê mirov êşê mirovên ku di dema qetilîamê de jiyaye û li berxwe daye hîsbike. Hûner birînên can derman dike. Ji ber vê em ê biçin Cizîrê û bi hêzê xwe li wir bin. Divê her kes li wir ba gelê Kurd be."

'Eger em dengê çekan bibirin em ê dengê aştiyê bidin bihistandin'

Ji hunermenda NÇM'ê Rojda jî diyar kir ku, qatilîamên salên 1990'î û kuştiyên ku kiryarê wan ne diyar roja îro de jî didome û 23'ê sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr xist. Rojda got: "Dema ku dibêjin Cizîr, Newroz, pêvçûnên dijwar, kuştiyên kiryarê wan ne diyar tê bîra min. Li ser wan axan ez gelê ku bi serhildanên mezin aştiyê her dem dixwaze dibînim. Ji ber vê yekê gelê Cizîrê li ba min xwedî cihek bi wate ye." Rojda anî ziman ku ew li hember qetilîamên ku hatine jîn dixwazin deng bidin dengê gelê Cizîrê û wiha pêde çû: "Lê belê deng dayîn ji dûr ve nabe. Di vê cejnê de, em dixwazin tevî stranên xwe kêfxweşiya wan ê ku nîvî maye û êşê wan derman bikin." Rojda gotina rengê êşê tune ye bi bîr xist û wiha domkir: "Eger em hemû êşan bikin yek wê demê em dikarin aştî pêk bînin. Kurdistan di bin tecrîdê de ye, divê em dengê xwe li hember vê bilind bikin û ji bo aştiyê bikevin hewldanê. Eger em dengê çekan bibirin em ê dengê aştiyê bidin bihistandin."

Rojda di dawiyê de got ew plansazî kirine ku di şeva 26'ê Îlonê de li Cizîrê bin û di 27'ê Îlonê de ew ê li Surê konserê bidin û banga li tevahî gelan kir ku piştgiriya gelê Kurd bikin.

(rc)