Ji bo masê muzakereyan têkeve meriyetê NÇM diçalakiyê dene
09:43
Oyku Dilara Keskin/ JINHA
STENBOL - Hunermendên NÇM'ê yên li hember polîtîkayên ser gelê Kurdistanê tê meşandin di çalakiyan de gotin: "Ev êş tenê ne êşa Kurdistanê ye, bila hemû Tirkiye deng bidin aştiyê. Ji xwe têra xwe sebra kurdan ketiye zorê. Divê cardin masê muzakereyan ê hatî rakirin têkeve dewrê."
Ser gelê Kurdistanê konsepta şer tê meşandin, divê ji her çar aliyê Tirkiyê ji bo bidawîbûna van dengê aştiyê bê bilind kirin. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê dan zanîn ku şerê li Kurdistanê tê meşandin ne şerê gelane berevajî şerê sarayê ye û divê li hemberî vê her kes tenê hevokeke be jî bêjin.
'Divê ser vê axê êdî tiştên dibin sedema xemginiyê nebin'
Hunermend Zelal Gokçe qirkirina Roboskiyê a di sala 2011'an de 34 ciwanan jiyana xwe jidestdayîn bibîrxist û wiha domand: "Daxwaza me ya bingehîn rawestandina rondikên çavane. Êdî divê tiştên xemgîniyê çêdikin ser vê erdnîgariyê nebe. Divê kedkarên çandê li hember şerê heyî ji bo aştiyê deng derxin."
'Avakirina aştiyek mayînde şerte'
Hunermend nurcan Degirmenci jî destnîşan kir ku tehmûla dewletê ji tekoşîna kurdan re nîne û wiha berdewam kir: "Şerê rê jiyankirin ne şerê gelane. Şerek ê ku deshilat dixwaze gelan li hember hev bidin xebitandine. Divê hemû mirov bi vê baldariyê li hemberî şer ji bo aştiyê dengê xwe derxînin. Ev 30 salin ev şer berdewam dike. Divê ji nirxên kurdan afirandî re rê bê girtin û aştiyek biromet bê avakirin. Em hewildidin ser hunerê zimanê aştiyê avabikin. Ji bo wê jî me dest bi xebata hevokekê jî tu çêke kir û ev xebata me rastî eleqeyek mezin hat. Dê ev xebatên me bidomin. Bila kes hewilnedin me hînî jiyana şer bikin. Divê her kesek gotinek wan ji bo aştiyê hebe."
(zt)