Konservatuara Aram Tîgran dest bi perwerdeyê nû kir

10:51

Şehrîban Aslan / JINHA

AMED - Konservatuara Aram Tîgaran ya ku perwerdeyên hûnera Kurdî dide dest bi xebatên xwe ên nû kir. Endama Desteya Rêvebira Konservatura Aram Tîgran Xezal Arslan bang li her kes kir ku zarokên xwe bişînin qursên perwerdê.

Konservatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Mezin a Amedê 5 sale bêy ku navber bide xebatê berdewam dike. Konservatuara Aram Tîgran a ku li gelek qadan perwerdehiya Kurdî dide, xebatê xwe yê vê salê jî didomîne. Dersên mûzîk, folklor, sînema, şano û wênesazî ya ku di binesaziya Konservatuara Aram Tîgaran de tê dayîn rastî eleqeyek mezin yê zarokan tê. Endama Desteya Rêvebira Konservatura Aram Tîgran Xezal Arslan diyar kir ku perwerde di navbera 3 û 6 salan de berdewan dike û anî ziman ku qursên şano û mûzîkê yê zarokan despêkiriye lê belê yê ciwanan wê di meha Cotmehê de despêkbike.

'Di pênç beşande qurs tê dayîn.

Xezal da zanîn ku ew ê di meha cotmehê de dest bi xebatên xwe yê beşên mûzîk, govend, şano û sînamayê bikin û wiha domkir: "Perwerdeyên kesên gihaştî dê di meha Cotmehê de despêbike û sê salan berdewam bike. Perwerdeya zarokan jî 3'ê sal didome piştî mezûn bûn perwerdeyê wan derdikeve 6 salan jî." Xezal anî ziman ku ew di qursê perwerdeya zarokan de nûbûn pêk anîne û got: "Ji temenê 3'ê salî heya 6 salî dersê mûzîkê tê dayîn. Beşa şanoyê jî weke beşên din 2 sal perwerdeyê wê didome."

'Em perwerde bi Kurdî didin'

Xezal diyar kir ku ji beşên konservatuarê re herî zêde zarok eleqe nîşan didin û wiha pêde çû: "Zarok herî zêde eleqe nîşanî beşa mûzîk û şanoyê dide. Em jî bernemayên xwe li gorî dibistanê zarokan bi rêvedibin. Carnan heftê rojek an du rojan perwerde tê dayîn. Armanc tenê zarokên me xwe pêş bixin û bi behremdarbin."

Xezal anî ziman ku ji bo zarokên naçin dibistanê jî li konservatuarê waneyên xwendin û nivîsandinê bi Kurdî tê dayîn û wiha dawî li gotina xwe anî: "Malbat ger dixwazin zarokê wan hînê zimanê Kurdî bibin dikarin bînin vêderê. Hemû beşên me bi Kurdî perwerde dide xwendekaran."

(rc)