Merziye Ferîqî li ser gora xwe hat bibîranîn

16:33

JINHA

SİLÊMANÎ - Li Silêmaniyê Hunermenda Kurd Merziye Ferîqî, bi merasîmekê hat bîranîn.

Hunermend Merziye Ferîqî bi nêrîn û dengê xwe weke "Guyan Kurdistanê" dihat nasîn di dehemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Seywan a Silêmaniyê ji aliyê malbat, hunermend û hevalên xwe ve hat bîranîn. Endama Rêxistina Şar Awaz Hasan li ser gora Merziye wiha axivî: "Dema ku min xebera mirina Merziye bihîst hîna ez xwendekar bûm. Berî niha deh salan bû. Bi rastî jî ew agahiyek ku xemgînî xist nava hemû gel. Ji ber ku Merziye jinek baldar, ronakbîr û hestiyariya xwe ya kurdbûnê dida hîskirin. Ew şerkerek gelek bibiriyar bû. Dengê xwe, jiyana xwe û hemû malê xwe ji bo kurd, Kurdistan û hemû zarokên cîhanê pêşkêş kiriye."

Ji malbata Merziye Ferîqî Mesud Ferîqî jî wiha axivî: "Di dehsaliya mirina Merziye Ferîqî de ji ber şerê li Kurdistanê tê meşandin û qirîza aboriya heyî ji bo alîkarîdayîna hinek malbatên rewşa wan nebaş bikin. Her wiha li Ranyayê ji bo zarokên sêwî û zarokên pêşmergeyên di şerê DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dane xebatên me berdewam dikin. Cardin em ji bo bîranîna kesayetên navdarên kurd di nava hewildanan denin."

Navê wê yê rast Merziye Şehab Abdullah ku weke Merziye Ferîqî, tê danîn di sala1958'an de li bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û di 18'ê Îlona sala 2005'an de çavên xwe li jiyanê girtiye.

(zt)