Xelata Hrant Dink dan Kaos GL û Samar Badawai

11:42

JINHA

STENBOL - Xelata Hrant Dînk a 7'emîn a Navnetewî îsal bi merasîmek ji parastvana mafê jinan ya ji Suudî Arabîstanê Samar Badawî û ji Tirkiyê Kaos GL re hate dayîn.

Xelatên Hrant Dînk di roja rojbûna Hirant Dink a ku ji aliyê Weqfa Hrant Dînk ve tê dayîn îsal jî bi merasîmekê hat dayîn. Xelatên îsal ji parazvana mafê jinan ya ji Suudî Arabîstanê Samar Badawî û Kaos GL re hate dayîn. Ji ber qedexeya Samar ya derketina derveyî welat hebû, Samar tevlî merasîmê nebû û xelata wê ji aliyê hevala wê ya xebatê Elsa Saade ve hat wergirtin. Xelata Kaos GL jî ji Alî Erol ve hate wergirtin. Xelata Hrant Dînk a Navnetewî her sal li Tirkiyê û derveyê Tirkiyê didin du kesan anjî kom û saziyan.

(ha/zt)