Vêcarê berxwedana 12'ê Îlonên dayîk vedibêjin

10:29

JINHA

STENBOL - Di belgesel filîmê "Dayîkên 12'ê Îlonê de" lêgera dayîkên ku di darbeya 12'ê Îlona sala 1980'an de zarokên wan dibin çavan de wihdakirî vedibêje. Derhênera filîm Sevil Erdem diyar kir ku ew bûyerên 12'ê Îlonê yên dayîkan şahidî jêrekirî vedibêjin û wiha got: "Di hindir de li hemberî tindî, şidet û îskencê berxwedana şoreşgeran, li ber derî jî berxwedana dayîkan û hevbeşbûna tekoşîna wan."

8 salin Ekiba Doliceh Filim li ser belgeselfilimê "Dayîkên 12'ê Îlonê" dixebitin. Di 12'ê Îlonê de filim kete vîzyonê. Ji 3 derhênerên filîm û di heman demê de di dema 12'ê Îlonê de di girtîgehê de mayî Sevim Erdem di derbarê çêkirina filîm de nirxandin kir. Sevim diyar kir ku filim ji aliyê Ekiba Doliche Filim ve hatiye amadekirin û piraniya yên di ekibê de cîh digirin di wê demê de di girtîgehê debûn.

'Tiştên dayîkan jiyan kirine belgeyên dîrokîne'

Sevim di derbarê armancên xwe yên çêkirina filim de wiha axivî: "Me xwest em di derbarê kesên di wê pêvajoyê de di girtîgehê de îskence didîtin, xeyal û dema derketin derve jiyana wan de tiştekê bikin. Em bi vê armancê hatin bahev. Di serî de me ji bo 12'ê Îlonê lêkolîn kir. Beriya pirojê me ji dayîkan nêrîn girt. Ji ber dayîk êdî bitemen bûne û dibe êdî ew jiyana xwe jidest bidin. Dê ew hemû bi dayîkan re biçin. Ji ber tiştên wan jiyan kirîn hemû belgeyên dîrokîne. Divê ev bikevin qeyîdan."

'Dema ku ev sê têkel nebana ev filim çênedibû'

Sevim wiha qala sê xalên bingehîn ên filim dike: "Di serî de bêyî ku em ji tu saziyan alîkariyê bixwazin me despêkir. Ya dinê me ji derdora xwe û derdora dayîkan daçuna filim berhev kir. Ya sêyemîn û herî giring jî dayîkan alîkarî kirin û em li her derê digihandin mirovan. Dema ku ev sê têkel nebana filim çênedibû. Bi giştî me 300 hevdîtin kir. Ji wan 116 dayîk bûn. Ji wan 57 dayîkan di filim de cîh girtin. Ji wan 116'an pirtûkek derket."

'Ev filim dayîkan vedibêje'

Sevim pirsa "Ev filim dixwaze çî bêje?" wiha bersivand: "Li gorî min dayîk bi xwe vî filimi vedibêjin. Di serî de xeberê wan ji tiştekê nebûn, nedizanîn zarokên wan bûne şoreşger, qereqol û dadgeh nedizanîn, zarokên wan an ji malê li ber çavê wan digirtin dibirin, an ji kolanê digirtin dibirin an wê demê xebera windakirina wan dibihîstin an jî demek paşê. Êdî, ew dayîk diketin peyî derdê dê zarokên xwe li ku bibînin."

'Dema ku şoreşgeran di hindir de li ber xwe didan, dayîkan jî li ber derî li berxwe didan'

Sevim anî ziman ku di pêvajoya 12'ê Îlonê de dema ku di girtîgehê de şoreşger naskirî, dayîkên wan jî naskiriye û wiha dom kir: "Şoreşgerên ku şansê wan ê derbasbûna girtîgehê çêdibûn dayîkên wan jî li ber derî tevlî berxwedanê dibûn. Di hindir de li hemberî tindî, şidet û îskencê berxwedana şoreşgeran, li ber derî jî berxwedana dayîkan û hevbeşbûna tekoşîna wan. Dixwestin tiştekê bikin û dibûn avakarên Komeleya Mafê Mirovan. Niha jî tekoşîna dayîkan bi Komela Mafê Mirovan, Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê berdewam dike."

(ba/zt)