Pêşangeha Girtîgeha Amedê vedibe

11:53

JINHA

AMED - Li ser banga Navenda Koordînasyona Muzeya Girtîgeha Hijmar 5'an a Amedê 46 hunermend û xwendekar hatin cem hev, xêzên wan wê werin pêşandan.

Li ser banga Navenda Koordînasyona Muzeya Girtîgeha Hijmar 5'an a Amedê bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 46 hunermend û xwendekar, ji bo di salvegera 12ê Îlonê de pêşangeh bête vekirin bo Dîdara Hunerê ya 1'mîn hatin cem hev. Dîdara Hunerê 7ê îlonê li Sumerparkê destpêkir û duh bi dawî bû. Hunermend dê bi nîgarên xwe Zindana Amedê ji nû ve şîrove bikin, bi dirûşma “Bila ev dawî be” ev behrem dê li Salona Pêşangehan a Navenda Koordînasyona Muzeya Zindana Amedê ya Hejmara 5 a Amedê saet 13.00an bête pêşandan.

'Em bo zindan bibe muze dixebitin'

Serekê Daîreya Pêşxistina Aboriya Xwecihî Necatî Pirincçioglu, der barê pêşangehê de agahî dan û bal kişand ku Koordînasyona Zindana Amedê ji bo Zindana Hejmra 5 bibe muze 18ê gulanê hatiye vekirin û got ku wan der barê Çaran û rojiya mirinê ya 14ê Tîrmehê de çalakî pêk anîne. Necatî da zanîn ku ji bo hişê civakî pêk were û ew tiştên li wê derê qewimîne careke din neqewimin wan ev kar daye ber xwe û got, “12ê Îlonê wek buldozerekê di ser civakê re çû, em ê rûdanên wê di muzeyê de bikin dokuman û belge û hişê civakî pê ava bikin. Em dixwazin qewmînên 12ê Îlona zindana Amedê bi çavê hunerê vebêjin. Ji ber vê me 7ê îlonê xebatek da destpêkirin, hunermend û xwendekarên zanîngehê di vê xebatê de cih digirin. Peykertraş, hunermendên resim û beşên din ji bajarên cur bi cur hatin vê derê û encamên vê atolyeyê em ê îro bi pêşangehekê raberî raya giştî bikin. Em hemû xelkê Amedê vedixwînin vê pêşangehê."

(rc)