Ziman şêrîne Zarokîstan hêlîn e
10:26
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Dibistana dayîkan a Zarokîstan amedekariya perwerde û hînkariyê nû dike û ji bo têkiliya dayîn û standin ya bi zarokan re xurt were girtin semîner tên dayîn. Gûljîn Kaya diyar kir ku ew bi diruşmeya "Ziman Şêrîne Zarokîstan hêlîn e" girîngiyê dane gelek zimana û kesên ku perwerde didin bi giranî jinin û wiha got: "Armanca me qadên ku zarok xwe têde azad bînin ziman avakirine."
Dibistana dayîkan a Zarokîstan ya girêdayî Şaxa Mudîriyeta Xizmetê Krêş û Zarokan ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi amedekariya girtina xwendekaran dike. Dibistana ku dê bi zimanê dayîkê perwerde bibîne rastî eleqeyek mezin tê. Zarokîstan a ku xwe ji bo perwerde û hînkariya salek nû amede dike, ji bo têkiliya dayîn û standin ya bi zarokan re xurt were girtin semîner tên dayîn. Zarokîstana ku di 15'ê Îlonê de dest bi perwerdê bike, dê komên zarokan ya sibê û piştî nîvro bên qebûlkirin. Her wiha fêrmend diçin taxan û bi velîre hevdîtin pêk tînin û behsa girîngiya Zarokîstan dikin û xebatên xwe didomînin. Mamoste dema ku malbatan ziyaret dikin zarokên ku temenê wan di navbera 2,5-6 salî tesbît dikin û li ser girîngiya hîndekariya Zarokîstanê bi malbatan re tê peyvandin û wiha xebatên qeydê didin despêkirin.
'Ziman şêrîne Zarokîstan hêlîn e'
Fêrmend Gûljîn Kaya behsa sîstema perwerdê ya Zarokîstanê kir û diyar kir ku zarok pêşerojê civakê ne û wiha got: "Divê zarok di nava ferasetên civaka ehleqî de bên mezin kirin. Civak zarokan bandor dike û teşe dide wan. Em plansaziyekî ku zarok bi zimanê dayîk û nirxên civakî perwerde bibînin amede dikin." Gûljîn da zanîn ku armanca wan ya herî sereke girîngî dana zimanê dayîk û gelek zimanên din û zarokên ku dest bi perwerdeyê bikin dê li ser zimanê Îngîlîzî, Kurdî û Kurmançkî perwerde bibînin. Gûljîn diyar kir ku ew bi dirûşmeya "Ziman şêrîne Zarokîstan hêlîn e" dest bi xebatê xwe kirine û anî ziman ku zarokên tevlî perwerdê bibin dê demên xweş derbasbikin û zehmetî nekêşin. Gûljîn got: "Divê gelê me zarokên xwe rêkin vêderê. Em wek fêrmend hewldana me çanda civakê cardin derbasî nifşê nû kirine. Hem em ê li ser zimanê dayîkê rawestin hem jî ji bo bi hêzbûna çanda Kurd em ê bernameyên cûda ji zarokan re amede bikin."
'Fêrmendên me hemû ji jinan pêk tê'
Gûljîn destnîşan kir ku zarok nasnameya civakê ne û ji bo ku civak xwe nû bike û çanda xwe belav bike divê zarok ji perwerdeyan bê derbas kirin. Gûljîn diyar kir ku perwerdeya zarokan ji leystûkê cûr be cûr pêk tê û fêrmendê wan hemû ji jinan pêk tê û perwerdeyên taybet dîtine. Gûljîn wiha domkir: "Di bernameya perwerdê de di serî de xwendin û nivîsandin wê neyê dayîn. Armanca me ya despêkê bi mûzîk û leystûkan tişt hînê zarokan kirine. Armanca me qadên ku zarok xwe têde azad bînin ziman avakirine. Di serî de zarok azadkirin piştre jî dest bi bernameya perwerdê kirine."
'Li Zarokîstanê 18'e pol hene'
Fêrmenda berî perwerdê Medya Yerlîkaya anî ziman ku Zarokîstana ku di binya Qada Jiyanê ya Sûmerparqê hatî vekirin despêkê girîngî dane fêrmendan û kesên ku perwerdê bibin 50'î ji wan jinin. Medya da zanîn ku ew di pêvajoya semîner dayînê de ne û ji bo ku encamên bi hêz avabikin ew bi xwe jî xwe perwerde dikin. Medya wiha pêde çû: "Me li ser pedegojiya zarok û jin semîner dît. Li Zarokîstanê 18'e pol hene û her pol me kiriye atolyekî. Atolyayê mûzîk û zanyarî, odeyên folklor û leystûkan û hwd. Ez bi hêvîme ku zarokên tevlî Zarokîstanê dibin dê gelek qadê jiyanê pêş bixin."
(rc)