Xeyalê zarok û jinan xêzdike
11:59
Nişmiye Gûler/JINHA
WAN - Aryen Duman a ku di bunya atolya Navenda Jiyana Jinan Rojîn de mamosteya wênesaziyê dike, xeyalê zarok û jinan dide xêzkirin. Aryen diyar kir ku qursê wan bê pereye û ji bo jinan girîngiya rêxistin û hatina ba hev îfade dike.
Navenda Jiyana Jinan Rojîn ji bo jinan û zarokan derfetê jiyana civakî zêde dike. Di binesaziyê navendê de atolaya wênesaziyê ya ku hatiye vekirin rastî eleqeyek mezin ji aliyê zarok û jinan ve tê. Mamosteya wênesaziyê Aryen Duman diyar kir ku ji ber eleqeyek mezin hebû ew biryar dane ku qursê wênesaziyê di binya atolayê de vekin û got ku di demek kinde kesên tevlî qursê bûne pêşketine. Aryen destnîşan kir ku ew xizmetê jin û zarokan pêşdixin û got ku ew armanc dikin encamê xebatê xwendekarên qursê bikin pêşangeh.
Ji bo jinan fersendek hevdîtinê ye
Aryen da zanîn ku ruxmî ew ji zaroktiya xwe perwerde nedîtiye jî, lê cardin li gorî derfetên xwe wêne xêzkirî, xwe pêşxistiye û roja îro mamostetiyê dike. Aryen bi lêvkir ku di binya atolyayê xebatê jin û zarokan di nava hevde zewqê dide û wiha got: "Di nava derfetên civakî de fersendek a hevdîtinê dide jinan ev xebat. Jin dema ku hêzê wênesaziyê dibîne û pêşdixe hestek mezin avadike. Dema ku ez zarok û jinan hînê tiştek dikim ev yek min jî gelek kêfxweş dike."
Qurs bêmûçe ye
Aryen diyar kir ku wênesazî karek ku mirov balê bide nîşandan û wiha domkir: "Wêne xêzkirin aramî dide min. Ez gelek buyeran dihizirim û bi vî aweyî buyer dikeve navenda hizrê min. Di wê bihnê de mirov naxwaze tiştek bike. Bi derûniyek wiha re wênesaziyên ku mirin û xwînê îfade bike dertên holê. Di vê pêvajoyê de ez nikarim wêneyên ku aramiyê bide min xêzbikim." Aryen diyar kir ku qurs bêmûçe ye û jin ji bo ku hînê wênesaziyê bibin xwedî hewldanin û hemû jinan dewetê qursê kir.
'Ez xeyalên xwe xêzdikim'
Gûlcan Aslan a ku tevlî qursê bûye anî ziman ku ew bi wêne xêzkirinê re ew hest û xeyalê xwe îfade dike û ji ber ku qurs bêmûçe ye ew gelek kêfxweşe û wiha pêde çû: "Xeyalên min ên mezin heye. Tenê dikarim bi wêne xêzî îfade bikim van hestên xwe. Ez hezdikim wêneyên mirovan xêzbikim. Dixwazim demê pêşde atolya wênesaziyê vekim." Şeyda Kiliç a 13'e salî jî diyar kir ku ew ji qursê gelek memnûne û got ji ber hewldanê memoste û derfetên qursê re hatî dayîn ew di wênexêziyê de gelek pêşketiye.
(rc)