Li Girkê Legê pêşangeha ‘Qêrîna Welat’

12:55

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Şêwekarê bi navê Hisên Elî pêşangeheke xwe bi navê “Qêrîna Welat” li bajaroka Rimêlanê vekir.

Şêwekarê bi navê Hisên Elî pêşengeheke xwe bi navê “Qêrîna Welat” bi amadebûna dehan welatiyan û nûnerên saziyên herêma Girkê Legê li salona Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlanê vekir.

Di pêşangehê de bêtirî 40 tabloyên ku rewşa giştî ya Kurdistanê vedibêjin hatin pêşandan. Tablo bi şêwaza şewitandina li ser text hatibûn çêkirin.

Di tabloyan de her wiha rewşa jinên Kurd û rastiya wan di têkoşîn û berxwedana şoreşa Rojava de vedibêjin.

Pêşangeh dê du rojan berdewam bike.

(rc)