Mehabat êş û tekoşîna jinan dinivîse

09:00

Ebîr Ehemd/JINHA

HESEKÊ - Mehabat Hesen Sado bi helbestan hest û ramanê xwe îfade dike û bi zimanê Kurdî êşa jinan û berxwedana têkoşerên jin vedibêje.

Mehabat Hesen Sado di sala 1976'an de li bajarê Amûdê tê dinê. Mehabat ji nav 11'e zarokên malê a herî mezine. Mehabat hîna di dema ku rejîma Baasê li hemû bajarên Kurdan bi bandorbû hestên xwe ên welatparêzî parastiye û bi nivîsê helbestan hestên xwe dide jiyan kirin. Mehabet piştî ku dibistana xwe a seretayî li bajarê Amûdê diqedîne ji ber rewşa malbatê ya debarê neçar dimîne dev ji dibistanê berde û derbasî bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê dibin.

'Helbest nivîsandin bûye perçeyek ji jiyana min'

Mehabat a ku çanda nivîsê ji bav û apên xwe girtî û didomîne wiha dibêje: "Helbest nîvîsandin bûye perçeyek ji jiyana min. Di 11'e saliyê xwede bi apê xwe re digerîm û çandê nivîsa helbestan jê hînbûm. Apê min tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibû û di sala 1997'an de li herêma Heftenînê jiyana xwe ji dest da. Di warê manevî de girêdanek min a mezin li hember wî heye. Ez bi helbestên şoreşgerî û netewî ên apê xwe re gelek mijûlbûm. Hewldana min ew e ku helbestên ku nivîsandine di cejna Newrozê de bixwînim û wiha hestên wan bidim jiyan kirin.

Mehabat anî ziman ku ew heya niha gelek helbestên ku êşa jin, civak, xweza û sembola azadiya jin Bêrîtan û Zîlan vedibêje nivîsandiye û wiha domkir: "Demên xwe ên vala bi helbest nîvîsê ez dadigrim. Ez êşê dilê xwe bi riya helbestan vedibêjim. Dema ez helbestan dinvîsim weke ku zarokek gazincê êşê xwe ji dayîkê xwe re vebêje wiha xwe hîsdikim.

'Naxwazim zimanê Kurdî bê ji bîrkirin'

Mehabat bi lêvkir ku ew hewil dide zimanê Kurdî di jiyanê de biparêze û ji ber vê yekê ew zarokên taxê fêrî xwendin û nivîsê dike û wiha got: "Ji bo girîngiya ziman bê parastin divê mirov kedên mezin bide nîşandan. Ez dema ku zarokan hînê xwendin û nivîsandinê dikim li gel vê ji bo ku çanda Kurdî bê parastin ez behsa girîngiya dîroka Kurdan jî dikim." Mehabat diyar kir ku ji ber rewşa madî a malbatê ew dibistan terk kiribû, lê piştî ku rewşa malbatê başbûye ew cardin xwendina xwe didomîne.

Mehabat da zanîn ku ew cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de jî girtiye û wiha got: "Hestên min ên welatparêzî di nava xebatan de jî xwe da pêş. Bi despêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re min cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Hesekê girt û heya niha jî ez xebatê xwe didomînim. Li gel xebatê xwe ez cardin dem ji bo helbestan vediqetînim. Şoreşa Rojava heskirina min a li hember helbestan zêde kir û pênûsa min bi hêz kir. Şoreşa gel û berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê hestên min ê nivîsê jî geşkir." Mehabat şoreşa Rojava weke jinek bedew ku her kes dixwaze dest bavêje bi navkir û got divê hestên dîrokî hertim bên jînkirin.

Mehabat di dawiyê de wiha got: "Ez hemû helbestên xwe diyarî şervanên azadiyê ên di çeperê şerde parastina rûmetê û welat dikin, dikim. Her kesê ku wetaya mirovahî û rûmetê nasbike, divê nirxên xwe ji bîrneke û li her qadê jiyanê bên parastin."

(rc)