'Civaka ku ji çand û zimanê xwe dûrketî civakek têkçûye'

09:03

Sorgul Şêxo /JINHA

TILTEMIR- Xebatên hêzkirina rêzmina Kurdî didome. Şagirta Ereb Nadiya Ebas a ku li peymangeha Şehîd Jiyan fêrî rêzimana Kurdî dibe got: "Em ji bo ku fêrî zimanê Kurdî bibin tevlî zarokên xwe perwerde dibînin. Bi riyê ziman em fêrî ehlaq û çanda Kurdan jî dibin."

Peymangeha şehîd Jiyan li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê di 20'ê Hezîranê de vebû. Li gel gelek beşên civakî perwerdeya rêziman jî li peymangehê tê dîtin. Peymangeha Ş. Jiyan rastî eleqeyek mezin tê, gelek ciwan û jinên ji pêkhatiyên cûda tevlî perwerdê rêziman dibin. Yek ji wan ciwana bi navê Nadiya Ebas ya ku ji pêkhatiyê Erebe û li gundê Erîşa jiyana xwe didomîne ye.

'Ji bo hev fêmkirin divê em xwe hînê zimanên cûda jî bikin'

Nadiye Ebas derbarê hînbûna xwe a perwerdeya rêziman de wiha got: "Armanca min a hînbûnê zimanê Kurdî ew e ku gelek hevalên min yên Kurd hene û ji bo ku xwe bi me bidin famkirin ango bi mere bikevin nava têkiliyan de neçar dimînin bi zimanê Erebî bipeyvin. Ji bo hev fêmkirin divê em xwe hînê zimanê cûda jî bikin. Pêwîste em jî xwe hînê zimanê Kurdî bikin ku bikaribin wan fêmbikin. Di demên pêşde ezê zarok û hewirdorê xwe jî hînê zimanê Kurdî bikim. Divê em hînê gelek tiştan bibin û zarokên xwe hînbikin ku gerdûna nêrîna wan fireh bibe."

'Xwedî li çand derketin erkê hemû mirova ne'

Nadiya her wiha qala çandê jî kir û wiha pêde çû: "Divê herkes xwedî li çanda xwe derbikeve û rêz bide çandên din. Eger hişmendiya me ne evbe emê gelek tişt winda bikin. Ji ber vê yekê xwedî li welat û çand derketin erkê her miroveki ye." Nadiya her wiha diyar kir ku ferq di navbera gelan de nîne û wiha domkir: "Piştî şoreşê em cûdabûn û ferq di navbera civakê de nabînin. Kurd, Ereb û Asûrî her kes bi çand û zimanê xwe jiyan dike. Em wek gelê Ereb bi gelê Kurd û Asûrî re wekhevin. Mafê her mirovek heye ku bi zimanê xwe bixwîne û zarokê xwe fêrî ziman bike heye. Zimanê dayikê çanda civakê bi xwe ye. Civaka ku ji çand û zimanê xwe dûrketî civakek têkçûye. Di domkirina çand û ziman de erke jin a diyar di nava civakê de heye. Ji ber vê divê jin û ciwan xwedî li ziman û çanda xwe derên."

Nadiya wiha dawî li gotina xwe anî: "Hêviya min ew e ku her kes xwe li ber zimanê xwe a dayikê berpirsyar bibîne û were serî li peymangehê bide û fêrî ziman bibe."

'Ji ber dagirkeriyê dewletê me nedikarî bi zimanê dayika xwe bipeyiviyane'

Şagirta bi navê Hemîde Ebas a ku temenê wê 33'ê salî jî wiha got: "Ji ber dagirkeriyê dewletê me nedikarî bi zimanê dayika xwe bipeyiviyane. Ji bo me weke hesretbû ku em bê tûndî bi zimanê dayikê bipeyiviyana. Lê niha dibistan û peymangehên zimanê Kurdî hatine vekirin û bi rihetî ez dikarim êdî bi zimanê xwe bipeyivim. Peymangeh ne tenê ji bo gelê Kurd hatiye vekirin. Her kesê ku dixweze hînê zimanê Kurdî bibe dikare were û hîn bibe."

Mamosteya zimanê Kurdî Gulîstan Ebdo jî wiha got: "Di peymangehê de mafê her kes heye ku hînê ziman bibe. Hêjmarê şagirtên me dora 400 kes heye. Di peymangehê de ji pêkhatiyên cûda gelek kes hene. Herî zêde em li ser girîngiya ziman radiwestin. Ji ber ku zimanê Kurdî bi salane rastî qirkirinê hatiye û divê li ser wê xebatên demdirêj bên meşandin ku bê hêzbibe. Armanca me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî a jiyanê di nava civakê de. Ji ber vê yekê xebatên me didomin."

(rb/rc)