'Dengbêjî neynika çanda civakê ya ne nivîsi ye'

09:00

JINHA

AMED - Dengbêjên kurd ên nemir, çanda kurdan bi awazên xwe yên xweş û hestiyar heya roja me anîne. Dengbêj Feleknaz bilêv kir ku çanda kurdewarî bi dengbêjiyê hatiye ravekirin û xwe daye jiyan din û got: "Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Di rastiyê de dengbêjî neynîka çanda kurdî ye. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye."

Gelê kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Dengbêja jin ya bi navê Feleknaz Esmer çand û hunera kurdî û rola dengbêjiyê nirxandin û diyar kir ku dengbêjî neynika çanda kurdan e. Dengbêj Feleknaz da zanîn ku di sala 1975 an de dest bi kar û xebatên xwe yên denbêjiyê kiriye. Feleknaz destnîşan kir ku ew ji dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Fatma Îso, Eyşe Şan û Mihemed Arifê Cizîrî bi bandor bûye. Feleknaz bilêv kir ku berê ji ber desthilatdariya mêran wan, nedikarî kar û xebatên denbêjiyê bikin, lê piştî derketina têkoşîna azadiya gelê kurd êdî serdestiya mêran jî bi xwe re guherand û niha em bi saya wan bi rehetî dikarin karê dengbêjiyê bikin.

‘Dengbêjî lêgerîna jiyanê ye’

Feleknaz derbirî ku gelê kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine û wiha axivî: "Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Di rastiyê de dengbêjî neynîka çanda kurdî ye. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye. Dengbêjî ji bo kurdan weki arşivekî hunerê ya bi salane li ser vê axê jiyan kiriye û xwest nifşên nû li ser dengbejiyê hûr bibin û çanda dengbêjiyê bidin jiyandin.”

‘Çanda ji derve ketiye nava çanda me’

Feleknaz bal kişand ser asta muzîka kurdî û wiha domand: "Asta muzîka kurdî li gorî demên borî gelekî ketiye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine: "Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku xweşibandin çêbûye. Çanda bav û kalên xwe winda kirine. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda hîp pop, arabeskê."

Feleknaz da zanîn ku dema ew kilam û stranên dengbêjiyê dibêje gelek hestiyar dibe û wiha pêde çu: “Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikare, xwe îfade bike Gelek bêçand nayê fikirandin. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan."

(ho/zt)