Hewildana Hunerê ya Azad dê bi sitiranên aştiyê bên bahev

13:08

JINHA

STENBOL - Hewildana Hunerê ya Azad bi dirûşmeya "Hêza hunerê ya înşaya jiyanekî bi rûmet bike heye" bang li hemû hunermendên baldar kir ku ji bo aştiyê bên cem hev û nîqaş bikin.

Hewildana Hunerê ya Azad a ku di nav de Ferhat Tunç, Pinar Aydinlar, Navenda Çandê ya Arzela, Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) û hûnermedên Navenda Çand a Medê jî heyî bi armanca li hemberî şerê AKP'ê daye destpêkirin dikarin çi bikin tên cem hev. Hunermend di 26'ê tebaxê seat di 13.00'an de li Hotel Alkoçlar a Taksîmê dê bên cem hev û bi dirûşmeya "Hêza hunerê ya înşaya jiyanekî bi rûmet bike heye" dê nîkaşa dikarin çi bikin, bikin.

Di banga hunermendên hewildanê de wiha tê gotin: "Şer û faşîzm dîsa bû parçeyekî jiyanê. Li hemberî hemû polîtîkayên dijberbûyînê ji bo aştiyekî mayînde çareke din kar ket pêşiya me...Hêza hunerê ya înşaya jiyanekî bi rûmet bike heye...Em dizanin! Huner tu caran temaşevan nema...Em dizanin! Ji bo mirovahiyê...Ji bo xwezayê...Ji pêşerojê...Ji bo azadiyê...Çawa bikin? Werin em biaxivin!"

(zt)