'Weke hunermend peyîwira me ya despêkê anîna aştiyê ye'
09:35
JINHA
İZMİR - Hunermendan diyar kirin ku divê li hember şer hêza xwe ya hunerê bixebitînin, bang li hemû hunermend û jinan kirin ku li hember şer zimanê hevbeş bixebitînin û ji bo aştiyê deng derxînin û gotin: "Di serî de weke jin aştî anîna vî welatî peyîwira meye."
Li hember bûyerên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Kurdistanê diqewimin ji aliyê Tirkiyê jî deng bilind dibe. Derhênera Giştiya Şanoya Yenikapi yê Nazli Masatçi diyar kir ku li cihê şer heyî hunermend nikarin hilberînê bikin ji bo wê jî bang li hemû hunermendan kir ku dengê aştiyê bilind bikin.
'Emê ji bo aştiyê şêwirmendiyê mezin bikin'
Nazli wiha axivî: "Ez weke hunermendek hemû hêza xwe ya hunerê û hêza xwe ya jinbûnê ji Rojava digirim. Ji ber me gelek windahî dan. Gelek hevalên me yên me li Pirsusê wan windakirî têkiliya wan bi hunerê re hebûn. Beriya her tiştî ji bo wan ciwanan divê em hêza aştiyê mezin bikin. Îro dema me ya xem hilgirtinê nîne. Emê weke hunermendên Îzmîrê bi gelek komên şannoger, muzîk û wênevanan re ji bo aştiyê di nava şêwirmendiyê debin."
'Divê anîna aştiyê peyîwira me ya despêkê be'
Nazli got: "Ya giring ewe ku em her navenda berxwedanê vegerînin hunerê." Nazli balkişans ser di vê astê de tindiya dewletê ser hunerê û wiha domand: "Di pêvajoya em têdenin divê em dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin. Ji ber bi gotinên nefretê û xeta dewlet ser me dide sepandin huner nabe." Nazli destnîşan kir ku dewlet ji huner û hunermendan ditirse û wiha berdewam kir: "Di serî de weke jinên hunermend aştî anîna vî welatî peyîwira meye. Bila hemû dostên hunermend hunera xwe weke hêza guherînê bixebitînin û di aliyê aştiyê de hilberînê bikin."
'Em bi şerê herî qirêj re ru bi ru ne'
Bi navê Platforma Hunermendên Feminist Medine Çam wiha nirxandin kir: "Li gorî tehdîdên me di dema hilbijartinê de girtî em pêvajoyek giran dijîn. Paşdemayên welat hewildidin peyama 'Ez nebim dê welat ber bi kaos ve bixişike' didin." Medîne anî ziman ku ew bi şerê herî qirêj re ru bi ru ne û wiha dom kir: "Yên ew bi Ekin Wan kirin jî di ferqa vêdenin. Hewildidin bi îskenc û êrîşên zayendî darbeyekê li qazancên jinan û tevgera gelê kurd bidin."
'Divê em li gotinên Ekin Wan ên berxwedanê xwedî derkevin'
Medine wiha pêde çu: "Ji dema me hunermendan dest bi vî karî kirî heya niha tenê daxwaza me aştiye. Em ji polîtîkayên qirêjiya şer natirsin. Hem weke hunermend û hem jî weke jin gelek tinştên em bikin hene. Ji ber di şertên şer neyî de em jin dimirin û rastî tecawîzê tên. Di şertên şer de dê ev pir rewa bê dîtin. Ji ber wê jî divê hemû jin û hunermend zimanek hevbeş bikarbînin û ji bo aştiyê deng bilind bikin."
(zt)