Ji bo kesên di komkujiya Pirsusê de jiyana xwe jidest dane şanoyek hat lîstin
12:30
JINHA
STENBOL - Di roja 9'an a çalakiya runiştinê ya Biloka Aştiyê ya Kadikoyê listikvanên şanoyên İmge, li ser bîranina kesên di komkûjiya Pirsusê de jiyana xwe ji dest dane şanoyek pêşkêşkirin.
Biloka Aştiyê ya Kadikoyê li stembolê ji bo diyarkirina armanca xwe ya aştiyê di çalekiya xweya runiştinê ku li ber operaya Surreya dabun destpêkirin di roja 9’ an de berdewam kir. Li cihê ku çalakiya runiştinê hatî li darxistin wêneyên malbatên di van buyerên dawî de jiyana xwe ji dest dane hatin bicihkirin. Kampanayaya îmzayan ku ji aliyê heman Biloka Aştiyê ve hati li darxistin eleqederiyek mezin hebû ji bo cihê kampanyayê. Di dema çalakiyê de listikvanên şanoyê yên İmge, li ser bîranina kesên di komkûjiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane şanoyek hat pêşkêşkirin. Di lîstokê de bi zimanek şîrovegerî şer û kuştinên dawî ku li tirkiyê çêdibin hat diyarkirin û lîstok bi gotina lîstokvanên jin yên weke "Em şer bi te nadin kirin" bi dawî bu.
Piştî şanoyê litokvanê şanoyên İmge Emrah Îlingi nirxandinek kin kir û got: "Ev şanoya me li darxistî ji bo ku li Pirsus û Kobanê bên pêşkêşkirin hatibû amadekirin, lê belê dema em diçon rê hevalên me hatin qetilkirin, me ev şano bi rêhevalên xwe Polen, Ece, Buşra û hemû rêhevalên me yên din re amade kiribu, niha ji me ev şano ji bo wan pêşkêşkir."
Piştî pêşkêşkirina şanoyê çalakiya runiştinê berdewam kir, çalakiya runiştinê yakû ji aliyê bloka aştiyê ve tê li darxistin di navbera demijmêrên 21:00 heta 22:00 li ber opereya Surreya tê li darxistin.
(dt/zt)