Jinên çand û hunerê komên xwe yen xweser ava dikin

09:17

Ebîr Ehmed-Gulîstan Bekir /JINHA

HESEKÊ - Li bajarê Hesekê li gel xebatên înşayê jin di her qadê de pêşengiyek mezin dike. Jinan bi taybetî di qada çand û hûnerê de gavên mezin avêtin û komên xweser ava kirin.

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê jinên TEV- ÇAND'ê komên xwe yên xweser avakirin. Koma ku ji 28 endamên jinan pêk tên, di beşa mûzîk, şano û govendê de cihê xwe digrin. Endamên TEV-ÇAND'ê him di qadê perwerdehî de him jî di qadê xebatê de rolek aktîf dileyze. Derbarê xebatê Navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Hesekêde Rêvebira Tevgera Çand û Hûnerê Zozan Hesekê axivî û agahî da. Zozan diyar kir ku, jinên ciwan eleqeyek mezin nîşanî xebatê çandê didin û wiha got: "Di demên dawî de tevlîbûna jinên ciwan zêde bûne û eleqeyek mezin nîşanî xebatê çand û hûnerê didin."

'Xweserî hêmanê îrade bûyinê ye'

Zozan behsa girîngiya xebatên xweser kir û wiha got: "Di serî de hêjmara me kêm bû, piştî zêdebûna hêjmara hevalên me yên jin, me pêdivî bi parvekirinên hin gerimtir dît ku em bikaribin encamên bi hêz ji xebatên xwe yên çandî bigrin. Li cihê ku xweserî pêk were li wir afirînerî û zanistî pêş dikeve. Xweserî hêmanê îrade bûyinê ye."

'Çand ne tenê xebatên hûnerê ye'

Zozan her wiha anî ziman ku çand girêdayî hemû qadê jiyanêye û wiha pê de çû: "Hemû qadên jiyanê bi çandê ve girêdayiye. Xebatkarên me yên jin ligel xebatên çand û hûnerê cihê xwe di nava xebatên parastinê bajêr de jî digrin. Li hember êrîşên ser çandî û hember êrîşên leşkerî xwe amede dikin. Ji xwe di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bajarê Hesekê gelek hevalên me yên TEV-ÇAND'ê tevlî hêzên parastina cewherî bûn."

'Armanc çanda Kurdî belav kirine'

Robîn Omer jî girîngiya perwerdê ya li ser çandê vegot û wiha dom kir: "Armanc çanda Kurdî belav kirine û bi hêz kirine. Bi dîtina perwerdê re em ê gavên mezin di qada çandê de bavêjin. Her çiqas me astengî di warê avakirina cih û komkirina komê de zehmetî kêşandibe jî dema ku em encamê baş dibînin em kêfxweş dibin."

(rb/rc/ch)