Asûriyan li Dêra Meryem cejna xwe piroz kirin

16:15

JINHA

TIL TEMIR - Gelê Asûrî li bajara Til Temir piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cara yekeme cejna H.z Meryem li Dêra gundê Til Nesrê piroz kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên xwe de cihên pîroz hedef nîşan dide û êrîşê baweriya gelan dike. Çeteyên DAIŞ'ê dema ku êrîşê bajar û gundên Til Temir kiribû Dêra gundê Til Nesrê teqandibû û gelek cihên pîroz tar û mar kiribûn û her wiha sivîl revandibû. Piştî ku hêzên YPG/YPJ'ê bajara û gundên Til-Temir û xeta Xabûrê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, gelê Asûrî vegerîn bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê. Gelê Asûrî li gorî derfetên xwe Dêra gund ji nûve tamîr kirin û bi armanca salvegera cejna Asûriyan gelê Asûrî li Dêra gundê Til Nesrê cejna xwe ya H.z Meryem pîroz kirin.

'Êrîşê bawerî û maneviyetê me dikin'

Jina Asûrî Edîbe Dawûd derbarê cejnê de wiha got, "Em her sal cejna H.z Meryem li Dêra gundê Til Nesrê pîroz dikin. Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gelê Asûrî neçar man dev ji cih û warê xwe berdin. Zêdetirî 250 kes revandin û Dêra gund teqandin. Êrîşê bawerî û maneviyetê me dikin. Her çiqas êrîşê çeteyan pêk were em ê dev ji baweriya xwe bernedin. Îroj cardin bi saya şervanên YPG û YPJ'ê em cejna xwe di nava ewlehiyê de pîroz dikin. Çeteyên DAIŞ'ê nikare li hember hêzê me bi ser bikeve, ew ê têk biçe."

(sş-ja/rb/rc)