'Mihrîcana Şehid Hogir' bi coşek mezin dawi bû
10:57
Ruksen Efrin-Rojda Amanos/JINHA
QAMIŞLO - "Mihricana Şehit Hogir" di 13'ê Tebaxê de li Rimêlan despêkir bi kelecanek mezin li bajarê Qamişlo bi dawi bû.
Mihricana "Şehit Hogir" di 13'ê Tebaxê de li Rimelên despêkir, roja diyemin li Dirbêsiyê berdewam kir û roja sêyemin jî li bajarê Qamişlo bi dawi bu. "Mihrîcana Şehîd Hogir" di roja sêyemin de li Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Qamişlo hat lidarxistin. Desteya jin Emine Omer, ji Koordinasyona TEV-ÇAND'ê ya Qamışlo Ferhat Merde û gelek saziyên civakî tevlî mihricanê bûn. Di despêka mêhrîcanê de dilana Kantona Cizirê, Kobanê û Efrinê hat pêşkêş kirin. Komên stranan yên Şehîd Serhat, Koma Jinên Ciwan a bajara Hesekê û Koma Avaşin derketin dikê. Hunermend Ehmed Dêrik jî bistranên xwe tevlî mihircanê bu. Her waha koma Baran ku ji kantona Kobanê hatibû, şanoya bi navê "Şehîd Baran" pêşkêş kir.
Komiteya Amadekari a Mihiricana Şehîd Hogir Bêrîtan Cudî di derbarê giringiya mêhrîcanê de nerine xwe wihal anî ziman "Ev mihrican ji bo 15'ê Tebaxê hat li darxistin. Ji bo amadekariya mihricanê 2 mehan xebat berdevam kir. Her sê rojên mêhrîcanê bi kelecan û coşek mezin derbasbû. Ji ber ku pêngava 15'ê Tebaxê ji bo Kurdan ji nuve şiyar bûn çebû ji ber wê yekê em di her hatina 15'ê Tebaxê de mihrîcan amade dikin."
Endama Desteya Jinan a Kantona Cizirê Emine Omer jî ji bo giringiya 15'ê Tebaxê ji bo gelê kurd wiha nirxandin kir: "Ji destpêka şoreşê heya niha bi pêşengiya ciwan û jinan şoreşê gavên mezin avêtine. Di her beşên nava civakê de jî rola ciwanan diyare. Ji bo karên sazumaniya civakî û hemû awayê pêşdebirina şoreşa Rojava rola ciwanan diyare. Emê jî weke rêveberiya xweseriya demokratîk a jinan heya dawiyê piştevaniya ciwanan bikin."
Rojan Hesekê jî balkişand ser giringiya pêvajoyê û wiha axivî: "Em di rewşek awarte de dijîn. Di nava şertên jiyana şer de me amadekariyên vê mêhrîcanê dikir. Mihrîcan bi tevlîbûnek xurt û encamên serketî bidawî bû. Armanca me ewe ku em di dema pêş de mihrîcanên wiha li bajarê Hesekê jî lidarbixin."
Di dawiye mihîrcanê de, Koma Şehîd Kawa ya Amûdê û Koma Şehîd Hogir ya Qamişlo xelekên govendê pêşkêş kirin.
Di dawiya mihrîcanê de stranên gelerî ji aliyê koma Şehîd Zîlan a bajarê Dirbêsiyê ve hate pêşkêşkirin û gel bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG'ê re anin ziman.
(rb)