'Divê malbat bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî biaxive'
09:20
Şehrîban Aslan/ JINHA
AMED - Li gorî lêkolîna UNESCO'yê zimanê Kirmançkî wek komê zimanên ku bi tunebûnê re rû bi rû ye. Mamosteya zimanê Kirmançkî a Navenda Amedê ya KURDÎ -DER'ê Nesrîn Şanlı diyar kir ku pêwîste her kes girîngiyê bide zimanê Kirmançkî û malbat bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî biaxive.
Li gorî lêkolîna UNESCO'yê zimanê Kirmançkî wek komê zimanên ku bi tunebûnê re rû bi rû ye. Her wiha li gorî agahiyên di lêkolînê de derket holê ku, li gorî nifûsa Tirkiyê û Kurdistanê, piştî zimanê Kurdî û Tirkî, zimanê Kirmançkî di rêza sêyemîn de cih digre. Zimanê Kirmançkî bi giranî li bajarên Çewlîk, Dêrsim, Amed, Xerpêt, Sêwas, Erzîngan, Bedlîs, Mûş, Semsûr, Riha û li hin navçeyên de bi giranî tê axaftin. Her çiqas hejmara kesên ku bi zimanê Kirmançkî dipeyivin neyê zanîn jî li herêma Kurdistanê li gor texmînan nêzî 2 mîlyon kes bi vî zimanî dipeyive. Mamosteya zimanê Kirmançkî a Navenda Amedê ya KURDÎ -DER'ê Nesrîn Şanlı diyar kir ku, pêwîste sazî û gel girîngî bide zimanê Kirmançkî û got: ''Divê gelê bakûrê Kurdistanê xwedî li zimanê xwe derbikevin.
'Divê girîngî bidin zimanê Kirmançkî'
Nesrîn Şanlı destnîşan kir ku zimanê Kirmançkî bi tune bûnê re rû bi rû maye û tevlîbûna refên ku ji bo zimanê Kirmançkî hatine vekirin kêm e. Nesrîn balkişand ku zimanê Kirmançkî wek zimanê Kurdî rastî eleqeyek mezin nayê û got: ''Him sazî him jî gelê me girîngiya pêwist dike nadin ziman. Bi taybet gelê me yên li Bakûrê Kurdistanê divê xwedî li zimanê xwe derbikevin, lewre zimanê me bi tune bûnê re rû bi rû maye. Girîngiya ku em didin zimanê Kurdî pêwîste em bidin zimanê Kirmançkî jî." Nesrîn her wiha anî ziman ku biryarên ku ji bo zimanê Kirmançkî hatiye girtin zêde ne ketiye jiyanê.
'Em ê pênç çîrokên zarokan derbixin'
Nesrîn da zanîn ku ew bi pêşengtiya Enstîdûya Ziman a Amedê projeyek amede kirine û axaftina xwe wiha domand: "Ji gelek cih û herêman me lêkolîn kir. Di encama berhevkirina agahiyan em ê pênç çîrokên zarokan derbixin. Lê ev projeya ku me amede kiriye têra pêşxistina ziman nake. Divê em ji ziman hêzbikin û pêşbixin, her wiha pêwîste lêkolînên berfireh bên kirin û encamên lêkolînê veguherine romanan. Pêwîste ku xebatên Wêjeya Zimanê Kirmançkî were berfireh kirin. Ji vir û pê ve em ê xebatê xwe bi giranî li ser zimanê Kirmançkî bidin meşandin." Nesrîn di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî bipeyivin.
(rc/ch)