'Zarok bingeha civakê ye'

09:04

Rûken Efrîn /JINHA

QAMIŞLO - Mihrîcana Zarokan a 2'ê Tebaxê ve li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin didome. Ji komîna Zarokan a bajarê Amûdê bi hûnerên xwe ya afrîner tevlî mihrîcanê bûn. Mihrîcan dê heya 12'ê Tebaxê bidome.

Mihrîcana Zarokan a ku ji 2'ê Tebaxê ve li bajarê Qamişlo destpêkiriye bênavber didome. Mihrîcana ku bala hemû zarokên Kantonê kişandiye, rastî eleqeyek mezin tê. Ji Komîna Zarokan a bajarê Amûdê bi hûnera xwe ya afrîner reng da mihrîcanê. Zarokên Amûdê bi wêne û peykertiraşê ku amede kirine tevlî mihrîcanê bûn. Her wiha zarokên ku tevlî mihrîcanê dibin diyariyên xwe diyarê zarokên Şengal û Kobanê dikin. Mamosteyên zarokên Amûdê Mehsûm Hemut û Abdullah Abîdo diyar kirin ku, ji bo pêşxistina zarokan derfetê ji wan tê ew hewldidin bikin. Komîteya wêne xizkirin û peykertiraş ji sê kesan pêk tê. Yek ji rêveberiya komîteya wêne û peykertiraşê Noşen Amûdê destnîşan kir ku zarok eleqeyek mezin nîşanê xebatên xwe ya hûnerê didin û got, "Zarok ji fêrbûnê re gelek jîrin û bi baldarî tevlî xebatên xwe dibin."

'Zarok bi wêne xêzkirinê re hestên xwe parve dikin'

Noşen wiha dom kir: "Ji bo ku cîhana zarokan a hûndirîn bê parvekirin pêwîste malbat pêşî li zarokan vekin. Di nava xebatan de me dît, zarok bi wêne xêzkirinê re û peykertiraş çêkirin re hestên xwe ya hûndirîn parve dikin. Ji bo pêşketina zarokan derfetên destê me de em hewldidin ku bixin xizmeta zarokan. Ji bo pêşeroja zarokan jî ev yek xwedî girîngiyek mezin e."

'Zarok bingeha civakê ye'

Noşen her wiha got: "Zarok bingeha civakê ye. Divê zarok ji bo pêşerojê bên perwerde kirin. Çanda civakê ji bo ku dem dirêj hebûna xwe bidomîne pêwîste hemû derfet ji bo hînbûna zarokan bên amede kirin. Divê malbat tecrûbeyên berê ji zarokên xwe re parve bikin. Ya herî girîng jî zarok bi çanda dayîka xwe mezin bibe. Hewldana me wek komîte jî heye ku em zarokan di her beşê çand û hûnerê de pêş bixin. Bi destpêkirina mihrîcanê re wek komîte jî me xwest zarokên Amûdê bi rengê xwe tevlî mihrîcanê bibin. Amedakariya zarokan a di warê govend, şano, stran, wêneyên ku xêzkirine û peykertiraşê ku çêkirine pêşkêşî zarokên ku tevlî mihrîcanê dibin dikin."

Noşen her wiha qala kêfxweşiya zarokan jî kir û got: "Zarokan ji ber ku berhemên hûnerê ku çêkirine dîtin gelek kêfxweş bûn. Zarok dema ku dîtin dikarin cîhana xwe ya hûndir bineqşînin û bikin wêne bi wan re kelecanek mezin ava kir. Ji ber vê yekê îsal serlêdanê zarokan ji bo xebatê gelek bû. Zarok bi her tiştî re eleqedar dibin, ji ber vê dixwazin bi şêweyekî xwe îfade bikin. Zarok her wiha wê berhemên hûnerên xwe diyarî Zarokên Şengal û Kobanê bikin." Noşen di dawiyê de got: "Armanca me em zarokan li ser çanda wan mezin bikin û ji bo pêşerojê amede bikine."

(rb/rc/ch)