Li Mexmurê xelatê pêşbaziya Denîz Firat tê dayîn

11:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmurê xelatên wêjeyê yên pêşbaziya Şehîd Denîz Firat tê dayîn.

Yekemîn pêşbirka çîrok û helbestan a Şehîd Denîz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXK) 'ê ve hat lidarxistin. Pêşbirka çîrok û helbestan a Şehîd Denîz Firat roja 10 Nîsanê ji aliyê YXK’ê ve destpêkir û heta 30’ê Hezîranê berdewam kir. Komîteya amadekar a pêşbirkê diyar kiribu ku kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin pêwîste heta 30’ê Hezîranê berhemên xwe bişînin navenda YXK’ê. Merasima yekemîn xelatên wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat wê di saet 18.00'an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk were. Wejevanên di pêşbaziyê de derece girtîn ji aliyê komisonê ve bên xelatkirin.

(zt)