Eger ne ji dayikên mebaya çanda dengbêjî wê winda biba
09:12
Vîldan Atmaca / JINHA
WAN - Koma dengbêjan li Erdîşê di binesaziya Navenda Çand û Hûner a Ronahî de li benda dengbêjên jinin.
Yek ji wêjeyên devikî a çanda herêma Serhedê dengbêji ye. Çanda dengbêjî ya ku bingehê xwe ji koçertî, evîn û şer digre, ji herêma Serhedê despêdike û li tevahî Mezopotamya yê belav dibe. Bi gotinên wetadar ku di nava xwe de xweza, hestên civakî û rihê zindî digre, heya roja îro domandiye. Çanda dengbêjî wêjeyên devikî ya dîrokê ye, bi zimanek çandî hebûna xwe ji dîrokê heya roja îro zindî girtiye û gelek çîrokên mîtolojîk bi dengê xwe derbasî van serdeman kirine. Kedê jinê di dîrokê de ji bo jiyandina çanda kilamên dengbêjî geleke. Ji dengbêjên jin Meryem Xan û Ayşe Şan hîna di roja me ya îro de dengê wan zindî ma ye. Asîmlasyon û polîtîkayên înkar û îmhayê ya li ser gelê Kurd bi çanda dengbêjî, lorîn û kilamên dayikên me heya roja îro hatiye ziman. Koma dengbêjan li Erdîşê di binesaziya Navenda Çand û Hûner ya Ronahî mehek li gundan geriyan û dixwezin xwe bighînin dengbêjin jin. Lê ji ber ku kêm rastî dengbêjin jin hatine bang li jinan kirin ku tevlî koma dengbêjan bibin.
'Eger ne ji dayikên mebaya çanda dengbêjî wê winda biba'
Dengbêjê Erdîşê Kazim Duzgun diyar kir ku dayika wî dengbêj bû, ji ber vê yekê ew dîroka gelê Kurd bi wêjeyê devikî hînbûye. Kazim anî ziman ku dayika wî xwedî dengek xweşbû û jiyana xwe ji dest daye. Kazim got: "Ger dayika min niha jiyan kiriba misogere ku wê cihê xwe di nava vê koma dengbêjê de girtiba. Eger îro em çanda dengbêjiyê didomînin ev yek bi sayê dayikên me pêk hatiye. Li beramberî hemû tundiya ser ziman û çand dayikên me zimanê xwe bi wêjeyên devikî parastin û anîn roja îro. Eger ne ji dayikên mebaya çand û dengbêjî wê winda biba."
'Dema ku dibêjin çand û hûner, despêk jin tê bîra me'
Dengbêjê din jî Hikmet Keleş diyar kir ku, cih negirtina jin di nava koma dengbêjan de, kêmahiyek mezine û bi lêvkir, ji ber ku dema dibêjin çand û hûner despêkê jin tê bîra me. Hîkmet got: "Di jiyanê de jin tune be weteya me jî namîne. Bang û daxweza me ji jinan ew e ku, ew jî cihê xwe di nava me de bigrin. Ez bang li mêrên ku jinan asteng dikin jî dikim, em bendê hevjîn, xweşik û dayikên we ne ku cihê xwe di nava koma dengbêjiyê de bigrin. Ji bo me jin ji mêran bi hêztirin. Nebûna jinan nebûna mêrane jî heman demê." Piştî axaftinê Dengbêjan berê xwe dan kameraya JINHA'ê û kilamên ku ji dayikên xwe hînbûne vegotin.
(rc)