Du dengê xweş ya Kobanê Hîlava û Cala....
11:21
Sarya Gozuoglu / JINHA
RIHA - Zarokên Kobanê Hîlava û Cala Temo bi dengê xwe ya xweşik herkes dikin heyrana xwe. Hîlava û Cala bi deng û rengê xwe ya xweşik, tevlî hemû çalakiyên şahî a Pîrsûsê dibin û bi coşek mezin dixwezin vegerin bajarê xwe û li wir di navenda mûzîkê de perwerdeya xwe bidomînin de ne.
Bi sedan malbat piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser bajarê Kobanê derbasî Konbajarê Arîn Mîrkan ya navçeya Pîrsûsa Rihayê bûn. Piştî rizgarkirina Kobanê gelek malbat vegerîn bajarê xwe û nêzî 88 malbat jî hîna bendê derbasbûna Kobanê ne. Hîlava û Cala ya ku di xebata çand û hûner de li Kobanê cih digirtin, ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê derbasî Pîrsûsê bûn. Hîlava û Cala herdû xweşkê hevin û anîn ziman ku ew gelek bîra mamoste û hevalên xwe kirine û dixwezin vegerin bajarê xwe. Hîlava û Cala li konbajarê Arîn Mîrkan xebatên xwe ya çandê didomînin û bi reng û dengê xwe ya xweş marşên YPG/YPJ'ê di şahiyên Pîrsûsê de dibêjin.
'Emê navenda xwe a çandê nû de avabikin'
Hîlava Temo a 14'e salî anî ziman ku dema ew navê Kobanê dibihîse dibistan û hevalên wê tên bîra wê û got: "Ez dixwezim vegerim, du caran çûm lê cardin vegerîm. Ez dixwezim ku em hemû biçin cihê xwe êdî." Hîlava got: "Li Kobanê min cihê xwe di nava xebatê çandê de digrit û diçûm dibistanê. Niha min hemû winda kir lê emê ji nûve avabikin. Emê Kobanê ji nûde avabikin pêre emê navend û dibistanê xwe jî avabikin. Ez li vir stranan dibêjim lê dixwezim li Kobanê bidomînim. Dixwezim tevî hevalên xwe li Kobanê bixebitim."
'Mamosteya min Zozan niha di nava YPJ'ê de cihê xwe digre'
Dema ku me ji Hîlava pirsa "te herî zêde bîra kê kiriye li Kobanê?" got: "Mamosteyek min hebû navê wê Zozanbû. Niha tevlî YPJ'ê bûye û di çeperan de şerdike. Herî zêde min bîra wê kiriye. Dema ku şerê li Rojava bi temamî biqede, dibe ku cardin dersê mûzîkê bide me. Yê ku min teşvîkê mûzîkê kiribû mamoste Zozan bû. Mûzîkê ew bi min da heskirin. Ez mamosteya xwe Zozan û xebatkarê navenda çandê hemûyan gelek spas dikim." Hîlava niha derdikeve dîka konser û mitîngên ku li Pîrsûsê tên amede kirin û stranan dibêje. Hîlava got: "Dema ez vegerim Kobanê ezê xebatê xwe bidomînim. Ezê disan cihê xwe di nava xebatê çand û hûnerê de bigrim. Ezê bixebitim û wek mamosteya xwe Zozan bibim mamoste. Ezê waneya nota bidim zarokan."
'Ez di Newrozê de derketim ser dîkê gelek heycan min girt'
Cala Temo jî wek xweşka xwe di temenê bi çûkde meraqê fêrbûna mûzîkê pêre pêşketî. Cala got: "Ez jî wek hevalên xwe ya li vir bendê çûyîna Kobanê me. Ji bo demek kurt çûm Kobanê. Di Newrozê de ez li wir derketim ser dîkê piştre em dîsa vegerîn. Ez gelek bi heycan bûm. Dixwezim tevî hevalên xwe biçim dibistanê. Ez jî mamoste û xaltîka xwe Niştîman ya ku tevlî YPJ'ê bûne silav dişînim ji wan re."
(rc)