Sabûn bi destê jinê tê neqişandin

10:09

JINHA

MÊRDÎN - Jinên ku li Navenda Çandê ya Şehît Alî Temel a Qoserê hatin ba hev, bi teşe dayina tozên sabûnê reng didin jiyana xwe. Jinên ku bi dirûşmeya "Hûnera jinê, sabûn bi destê jinê tê neqişandin" dest bi xebatê kirine, bi riyê înternetê dikare xwe bighîne her derî û pêdiviyan pêşwazî bikin.

Di binesaziya Navenda Çandê ya Şehît Alî Temel a navçeya Qosera Mêrdînê jin bi hûnera xwe neqşê didin tozên sabûnê. Ji ber ku bi hûnerekî çandî girîngiyek didin xebatê xwe û ji toza sabûnê neqişên xweşik çêdikin rastî eleqeyek mezin tên.

Ceylan Kaymaz a 40 salî bi meraqek mezin dest bi hûnera çêkirina neqşa sabûnê dike û ji bo ku vê hûnera xwe bi jinan re parve bike derbasî navenda çandê dibe. Ceylan a ku niha 6 şagirtê wê heyî got: "Ji karê ku dikim gelek kêfxweşim. Xebata ku bi xûliqkariyek mezin nêz bûm û min pêşxist, bi xwe ne bawer bûm ku rojek mamostetiya vî karî bikim."

Ceylan wiha dom kir: "Ez dayikim û kebaniya malê me. Lê di jiyana xwe de min xwest hin karên cûda re mijûl bibim û bixuliqînim. Him ji bo xwe him jî ji bo hevalên xwe yên jin min dikarî çikiriba dihizirîm. Tenê bi rûnişkandinê re tu encam wê derneketiba. Ji hevalên xwe yên jin min pirsî û gelek tişt fêr bûm. Min dît ku ji sabûne berhemên bi encam derdixim û bi vî awayî min dest bi hûnera neqşandina sabûnê kir." Ceylan anî ziman ji berhemên ku bi heskirin dineqşîne heman demê de debarê xwe jî dike.

Ceylan destnîşankir ku jin ne tenê ji bo zarok xwedîkirin, xwarin çêkirin û xizmetkirina hevserê xwe hatiye dinê û wiha pê de çû: "Dema ku min pere ji bo amûrên sabûnê ji hevserê xwe xwest henekê xwe bi min kir. Ji min re got 'tu êdî 40 salîye, piştî vê saetê tê bibî hemşîre an bijîşk, rûne malê xwe û zarokên xwe xwedî bike'. Ev gotinê wî min gelek xemgîn kir. Piştî van gotinan, ez rûniştim û bi hûnerê destan re li mal mijûl bûm, min morîk û berhemên kozmetîk firotin û bi vî awayî min bi pereyên ku bidestxistiye pê amûrên sabûnê girt."

Ceylan diyar kir ku ew bi dirûşmeya "Hûnera jinê sabûn bi destê jinê tê neqişandin" ketine rê û tevî 6 şagirtên xwe bi neqişkirin û xilûqkariyên cûda berhemên çandî pêş dixin. Ceylan da zanîn ku ew ji tozên sabûnê neqşên derî, modelên lale, buket, kûlîlk û çerçeveyan çêdikin û bi riyê înternetê jî dikarin xwe bighînin her derî û pêdiviyan pêşwazî bikin.


(rc/ch)