Jinên Êzidî bi dîmenan jiyana xwe vedibêjin
11:13
Mizgin Tabu/JINHA
AMED - Derhênera ji Rojhilata Kurdîstanê Shilan Saadi,bi jinên Şengalê re ya di kampa Şengalê ya Amedê de dimînin xebatên projeya fîlm û wêneyan dest pê kirin. Shîlan wiha axivî: "Dema jinan kamera girtin destê xwe bala min kişand ku herî zêde pirsên li ser êşên jiyandine dikirin. Divê hunermend werin vir bixebitin û van jinan bi tenê nehêlin.''
Derhênera ji Rojhilata Kurdîstanê Shilan Saadi û hevalên wê li atolyeya ku li kampa Fîdanlik a Yenîşehirê ya girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê vekirine, perwerdeya kamerayê didin jinên Êzidî û piştî perwerdê jî dê bi dîmen û wêneyên ku jinan kişandine pêşangehek bi navê ' Jinên Êzidî Dixwazin ku Qêrîna xwe Bigihîjin Cîhanê' vebikin. Shilan, da zanîn ku ji bo tiştên hatiye jiyandin di dîroka cîhanê de cîhê xwe bigre dixebite û dixwaze jiyana zarok û jinan di bin qeydê de bigre. Shîlan axaftina xwe wiha domand: '' Xebata min a vir tecrûbeyek girîng da min. Ev tecrûbe di jiyana min de cihek herî xweş digre. Zarokên 13-14 salî di emrê xwe de cara yekem kamera digrin destê xwe û dîmenên pir xweş dikişînin. Hewqas ku dîmenên ew dikişînin ji kesên zana xweştir e. ''
'Di kampê de divê her tim kêşandin çêbibe'
Shîlan axaftina xwe wiha domand: ''Ez dixwazim ku komkujiya DAÎŞ a li ser jinan pêk aniye û derûniya wan a piştî komkujiyê bi fîlmekî bidim xuya kirin. Bi vî awayî dixwazim ku jiyana Êzidiyan ya berî 73 fermanan derxînim pêş. '' Shîlan da zanîn ku dema jinan kamera girtin destê xwe ji hev dû re pirsa ' Hun çawa hatin kampê?' û ' We çi jiyan kir?' kirine û got: '' Wê gavê min dît ku pirsên em ji hev du re dikin heman in û ev tiştek girîng e. '' Shîlan da xuya kirin ku dema fîlma jinekî ku jiyana wê hatibû kişandin xwe dît giriya û wiha pê de çû: '' 'Di kampê de divê her tim kêşandin çêbibe. Lewre mirov her tim nikare êşên jiyandine bîne ziman, min xwest îcar bi dîmen vebêjim. Ez dixwazim ku kamera perçeyek jiyana wan be ku pirsgirêkên tê jiyandin em karibin bigihîjinin hemû mirovan.''
'Li kampê her kes li gor qada xwe dikare xebat bimeşîne '
Shîlan destnîşan kir ku êdî di sedsala teknolojiyê de dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Hemû kes lî cîhanê çi tê jiyandin dizane û niha çavê her kesî li Kurdîstanê ye. Gelek bijîşk tê li vir dixebite. Divê xebatên çand û hunerê jî were kirin. Heger mirov bixwaze li kampê her kes li gor qada xwe dikare xebat bimeşîne ''
(ch)