Viyan Amara hate bîranîn

15:48

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Tevgera Ziman û Perwedeyê bi armanca bîranîna têkoşera zimanê kurdî Viyan Amara sê rêzecivîn lidarxistin.

Rêxistina Tevgera Ziman û Perwedeyê ya Dêrikê bi armanc bîranîna Têkoşer Viyan Amara li peymangeha Zanista Perwerdê sê semîner lidar xistin. Bi dehan xwendekar beşdarî semîneran bûn. Semîner bi rêzigiritnê dest pê kir. Piştre Mamoste Zimanê Kurdî Peyman Amara axivî û bal kişand ser sekna Viyan Amara û behsa dîroka xebatê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina zimanê kurdî kir.

Peyman Amara di semîneran de gotina Viyan Amara ya: "Ez pênûsa xwe radestî we dikim, çeka xwe radikim, parastina ziman parastina welate, parastina welat parastina zimane" bi bîrxist û bang li hemû xwendekaran kir ku li ser riya Têkoşer Viyan Amara tevbigerin û parastina zimanê xwe bikin.

Semînerek di heman çarçoveyê de li peymangeha Zanista Perwedeyê ya bajaroka Rimêlan hate lidarxistin.

Di vê semînerê de jî endamê rêveber ê TZP’ê Ebdulhekîm Mîrza semîner li ser jiyana têkoşer Viyan Amara da.

(rc)