Xebatên xweser ên Çand û hunerê
09:06
Zerîn Kurtay -Roksan Efrîn/JINHA
QAMIŞLO - Li Dirbesipiyê ligel xebatên giştî ên çand û hunerê, xebatên xweser jî tê pêşxistin. Jinên ku tevlî xebatên çand û hunerê dibin ji bo pêşketinê dixebitin. Perwerdeyên şano û folklorê ya zarokan jî ji alî jinan tê dayîn.
Di şoreşa Rojava de xebatên çand û hunerê her li pêş bû ji ber vê jî her tim rastî êrîşan dihat. Lewre daxwaza ruxandina civakek were kirin pêşî êrîş li hember çand û hunerê pêk tê. Ji ber vê jî parastina çand û huner gelek girîng e. Jin di vî warî de afîrînerî pêş dixîne. Peyman Xelef a di xebatên xweser a çand û huner de cîh digre der barê xebatên xwe de agahî da.
'Jin parastina çandê dike'
Peyman anî ziman ku 13 sale di xebatên çand û huner de cîh digre û wiha axivî: '' Me di şoreşa Rojava de pir girîngî da xebatên çand û hunerê û ez ji karê xwe pir hezdikim. Dijmin pêşî li ser jinê êrîş pêk anî û em vê ji çandê dûrtir nikarin bigrin dest. Jin berdewamiya çanda civakê pêk tîne. Ji ber vê jî me xwest bi tevlîbûna jinên ciwan em xebatên xweser ên çand û huner dest pê bikin. ''Peyman bal kişand tevlîbûna jinan û da zanîn ku ji her netewî jin tevlî xebatên wan dibin û wiha axivî: '' Pergala deshilatdar heta niha tenê çanda xwe derdixist pêş û me ji çanda me dûr dixist. Lê niha di bin sîwana xweseriya demokratîk de ji her gelî mirov tevlî me dibin û em xebatên xwe bi hev re dimeşînin.''
'Ji bo çandek rast, zanebûna dîrokê girîng e'
Peyman diyar kir ku perwerdeyên wan tenê li ser xebatên çandê nîne û di heman demê de armanca wan a veguherandina kesayeta mirvan jî girîng dibînin û wiha pê de çû: ''Ji bo naskirina çandê divê pêşiyê dîrok baş were fêmkirin.Her wiha kesên ku dibêjin Kurd û Ereb nikarin bi hev re bixebitin divê li dîroka çand û hunera Kurd û Ereban binêrin. '' Peyman da nîşandayîn ku bi hemû gelên Rojava re xebatên hevpar hatiye kirin û hê jî ev xebat didomin. Ev hemû jî bi sekna jinê pêk hat. Jin bûn mînaka jiyanek hevpar. ''
'Jin di her qadî de xwedî maf in'
Peyman der barê xebatên çand û huner a xweser de axivî û da zanîn ku jiyan wê ji her alî de bi dest û berxwedana jinê were avakirin. Ji ber vê jî me pêşiyê xwest em kesayeta jinê bi jinên ciwan bidin nasandin. Lewre kedkara jiyana hevpar dê jin be. Ev di qada leşkerî de hatiye îspat kirin. ''
'Jin mînaka jiyana hevpar e'
Peyman da xuya kirin ku her hefte û her meh bi pergalek civînên xwe li dar dixin û bi pêşnîyarên endamên xwe bernameyên xwe ava dikin. Peyman di axaftina xwe de bang li ciwanên Ereb û Sûryanî jî kir û xwest ku ew jî hê zêde tevlî xebatan bibin û wiha berdewam kir: '' Em dixwazin ku perwerdeyên xweser di Kantona Cizir de belav bikin ku qadekî me yê bê perwerde nemîne.'' Peyman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hemû stranên xwe diyarî dayikên şehîdan dikin
(rb/ch)