Konseya Bajêr ji bo pirtûkxaneya gundan li benda alîkariyê ye

12:20

JINHA

AMED - Konseya Bajarê Amedê, ji bo hezkirina xwendinê li her derê belav bibe bi şîara ' Bi zanyariyek hezar hezkirin şîn bikin' helmeta vekirina pirtûkxaneyan a li gunda dan destpêkirin. Armanca konseyî ew e ku li gelek gundan pirtûkxaneyan vebikin, yekemîn pirtûkxaneyê li gundê Ciksê ya girêdayî Pasûr dê vebikin.

Konseya Bajarê Amedê bi şîara 'Bi zanyariyek hezar hezkirin şîn bikin' ji bo xwendina pirtûkan pêş bixînin helmeta'Ji gundan re pirtûk bişînin' dan dest pê kirin. Pirtûkên ku bi vekirina standan dê were topkirin li dê 18 gundan were belavkirin. Armanca konseyî lig undan avakirina pirtûkane û pêşxistina xwendinê ye. Berdevka konseyê Fevzîye Sûmer der barê helmetê de agahî da û diyar kir ku ji bo destpêkê niha di 18 gundan de xebat dane meşandin. Fevzîye da zanîn ku salên borî jî helmetên bi vî awayî çêkirine û dixwazin ku tenê ne li Amedê li bajarên din re jî alîkarî bişînin.

' Rêbera PKK'ê Abdullah Ocalan bû îlham'

Fevzîye bi lêv kir ku çavkaniya wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: '' Em dixwazin ku tenê ne li akademiyan, li gund û taxan de jî pirtûkxaneyan ava bikin. Niha ji Herema Marmara û ji Antalya 9 hezar pirtûk di destê me de hene. Ji xeynî vê ji Anatolîa ya Navîn û ji Behra Reş jî pirtûk hatine. ''

'Pirtûkxaneya yekemîn li gundê Çikse hate avakirin'

Fevzîye da xuya kirin ku bi taybetî ji xwendekaran piştgirî digrin û got: '' Em bi şîara ' ji her malî pirtûkxaneyek ava dikin ' bi rê ketin. Fevziye diyar kir ku armanca wan a yekemîn li her gundî avakirina pirtûkxaneyek e û yekemîn jî li gundê Çiksê ya girêdayî Pasûrê ye dê pirtûkxane vebikin. Fevzîye bal kişand ku bi taybetî jî gundên ciwan lê hene dixwazin xebatê pêş bixînin.''

Fevzîye diyar kir ku helmeta dane destpêkirin wê heta meha Îlonê bidome û banga alîkariyê li hemû welatiyan kir

(ch)