Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê navenda hunerê ye

13:49

JINHA

AMED - Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê bi 70 atolyeyên xwe yên çand û hunerê xebatên xwe didomîne. Xebatên atolyeyê di 15 polan de bi 10 mamosteyan berdewam dike. Her wiha koroya pirzimanî ya tevahî ji solîst û mûzîsyenên komeleyê pêk tê, tê meşandin.

Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê li Amedê xebatên çand û hunerê bi atolyeyan didomîne. Niha di 15 polan de 10 mamosteyên komeleyê di 70 atolyeyên wek xebatên mûzîk, şano, folklor,wêne, saz, keman, şan û solfej tê kirin de dersan didin.

Hunermend Şîlan der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku ji ciwan û zarokan tevahî nêzî 200 xwendekarên wan hene û da zanîn ku xebata folklora taybet a ji bo jinan jî didin û axaftina xwe wiha domand: '' Du qursên me yê din wê vebibe. Xebatên me yên şano jî 5 mehe berdewam dike. Listika wek Mars derket pêşberî gel lê niha ji ber sezon hatiye girtin listikên nû tûne. Ji bo destpêka sezonê amadekariya du lîstikan jî tê kirin. Atolyeya me ya wêneyan jî ji zarokan pêk tê û di rojên pêşiya me de pêşangehek wê were vekirin.''

Koroya pirzimanî

Şîlan da zanîn ku xebatên koroya pirzimanî ya ji hemû solîst û mûzîsyenên komeleyê pêk tê berdewam dike û wiha pê de çû: '' Ev projeya hevpar a Dîcle Firatê ye. Xebatên me salek e berdewam dike û hê di asta amdekariyê de ye. Xwendekarên me jî piranî jin in. Li gel vê jin xebatên xwe yên taybet jî didomînin. Mamosteyê me yên jin jî hene û potansîyela me ya herî zêde li ser jinê ye. Ji ber vê reng û taybetmendiya jinê li vir berbiçav e. jin dikarin li vir xwe bi rehetî îfade bikin, lewre nêvenga me de hevparî esas e.''

(ch)