Komûna Fîlman a Rojava nêrîna jinê wê derxîne pêş

14:02

JINHA

DİRBESİYÊ - Komûna Film a Rojava di 3 saliya şoreşa Rojava de bi armanca sînemayek azad hate ava kirin. Ronahî Berxwedan a di rêveberiya Komûnê de cîh digre diyar kir ku hemberî nêrîna sektora sînemayê ya jinê yek alî digre dest bibe alternatîf komûna fîlman ava kirine û got: '' Ev ji bo jinan derfetek girîng e''

Şoreşa Rojava di 3 saliya xwe de bi destkeftiyên civakî, sîyasî û çandî xebatên xwe berfireh dikin. Di der barê van xebatan de Komûna Fîlman a Rojava hate ava kirin. Komûna ku li bajarê Dirbesiyê ya Kantona Cizirê de hate avakirin de jinan bi rengê xwe mohra xwe lê da. Vekirina komûnê bi tevlîbûna Hevseroka Kantona Cizirê Hediye Yusiv, Zana Dîlan, senarîst Onder Çakar ê di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li hemberî Kobanê de birîndar bûbû, Ronahî Berxwedan û Şêro Hindê ya kedkarên qada sînemayê ne pêk hat.

'Em şer û jiyana xwe ji bo mirovahîyê dikin'

Hevseroka Kantona Cizirê Hediye Yusiv, bal kişand ku xebatek bi vî awayî yekemîn e û got: '' Em bawerin ku Komûna Fîlm ji bo pergala xweseriya demokratîk wê karên pir baş bike. '' Hediye axaftina xwe wiha domand: '' Bi van xebatan em dikarin dîrok, jiyan û civaka xwe ji nû ve zindî bikin. Em hêvîdarin ku bi vesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê xebatên wê dê pêşketî be.''

Zana Delal jî der barê komûnê de axivî û wiha got: '' Hêzên YPG/YPJ ya bi pêşengtiya şoreşa gel kantonan azad kirin tenê li hemberî DAÎŞ'ê şer nake, jiyana me ya bi salan e hatiye talankirin jî ji nû ve ava dike. Divê hemû cîhan zanibe ku em şer û jiyana xwe ji bo berjewendiyên mirovahiyê dikin. Li Rojava înşa kirina Netewa Demokratîk bi evînek mezin ji bo hemû gel, çand û baweriyan tê kirin. Em dibistan, nexweşxane û îbadetxaneyên xwe bi gelê xwe re çêdikin, restore dikin û ji bo destkeftiyên xwe şev û roj nobetê digrin ''

Onder Çaka : Ji bo sînemaya azad werin Rojava

Onder Çaka ya senarîstê fîlmên 'Takva' û 'Gemîde' ye par li Pirsûsê di nobeta sinir de bû , piştre dema derbasî Kobanê bû di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de birîndar bûbû axivî û da zanîn ku Kurd ne tenê pêşeroja xwe , hunera xwe jî afirandiye û wiha berdewam kir: '' Ez pêşî ji hunermendên cîhanê teva re dixwazim bejim ku ji bo hunerê, bi taybetî jî ji bo sînemayê azadî şert e. Rojava jî cîhekî azad e, li vir netewperestî, newekhevî tune, dikarin werin Rojava û hunera xwe ava bikin.''

'Atolyeya Fîlman gavek girîng e'

Ronahî Berxwedan a di rêveberiya kominê de cîh digre diyar kir ku kesên sermayedar li gor xwe fîlma amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Kesên ku li hember kapîtalîzmê disekinin dikarin werin vir û fîlmên xwe çêbikin. Dewletên kapîtalîst di fîlmên xwe de tenê bi alîyek jinê digrin dest, ji ber vê atolyeya fîlman gavek girîng e. Ji bo jinan jî derfetek e. Divê em ji çanda xwe hez bikin û di nava Komûna Fîlman a Rojava de çanda xwe bidin jiyandin.''

(ch)