Remzîye Arslan: Nivisandin awayek raperînê ye
12:17
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Remzîye Arslan ya nivisandinê wek awayek raperînê dinîrxîne pirtûka xwe ya lêkolîn-lêhûrbînê ya ' Ji îmajê heta nasnameyê, di dema komarê de di romanan de Kurd' weşand. Remzîye bal kişand ku ji bo bibe nivîskarek serkeftî divê xwendekarên wê hebe û jinên ku bi niviskarî re eleqedar dibin bi gelek pirsgirêkan re mijûl dibin.
Remzîye Arslan a ji Zanîngeha ODTÛ ya beşa civakî mezûn bûye ji bilî beşa xwe bi wêjeyê re jî eleqadar bûye. Remzîye dema mezûn bûye dest bi karên wergerê kiriye û piştre derbasî wêjeyê bûye. Remziye ya di 2006'an de di rojnameya Ozgûr Gûndem de der barê pirsgirêkên sîyasî û civakî de nirxandinên xwe dinivîsand pirtûka çîrokan a yekemin bi navê ' Periyên Xemê' ya ji çîrokên koçberiyê pêk dihat nivisand. Piştî vê çîrokê jî Remzîye pirtûka xwe ya bi navê ' Ji îmajê heta nasnameyê, di dema komarê de di romanan de Kurd' weşand.
'Nivisandin ji pêwistiya vegotinê tê'
Remziye nivisandinê wek mirovên xwe ji nû ve biafirîne dinirxîne û dide xuya kirin ku nivisandin mirovan ji hestên tenêbûnê xilas dike. Remzîye axaftina xwe wiha domand: ''Dema mirov dinivisîne ne tenê ye, digihîje pirkesî û ji ber vê jî nivisandin dibe pêwistiyek, ji pêwistiya vegotinê tê. Nivisandin li hemberî serdestan ji bo me awayek raperînê ye. Lewre nivisandin redkirina jiyana ku ji alî serdestan li me hatiye ferzkirin e ku afirandina jiyanek nû ye.
'Bi xwendevanan nivîskarî xwe temam dike'
Remzîye da xuya kirin ku bi xwendevanan nivîskarî xwe temam dike û diyar kir ku serkeftina nivîskaran jî bi vî awayî tê fêm kirin û axaftina xwe wiha domand: '' Di civaka me de xwendin û nivisandin kêm e mixabin. Ji ber vê niviskariya me jî kêm dimîne. Ji ber wê jî nivisên me çiqas were xwendin em ê jî xwe hewqas temam bikin.''
'Nivisên bi zimana dayikê nehatibe nivisandin jî kêm e'
Remzîye ji navçeya Maden a Elazîzê ye û bal kişand ser zimanê dayikê û wiha axivî: ''Min bi zimanê dayikê perwerde nedît lê bawerim ku derfetên nifşên nû wê hebe. Kêmasiya min a herî mezin jî ev e. Nivisandin ji bo min bextewariyek e lê nivisên bi zimanê dayikê nehatibe nivisandin jî kêm e.''
'Gelek jin hene ku ji nivisandinê dûr in '
Remzîye bal kişand ser zehmetiyên nivisandinê û got: '' Niviskarên jin dema biryara nivisandinê jî didin bi gelek astengiyan re rû bir û dimînin. Ji ber astengiyên ku pergala civakî û aborî dide pêşiya jinan gelek jin ji nivisandinê dûr dikeve. Jin ji bo van jî divê têbikoşin.''
(ch)